Balafirên şer ên Rûsyayê herêma bêçek bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî gundewarên Hema û Lazîqiyê yên herêma bêçek zêdetirî 7 êrişên hewayî pêk anîn.

Balafirên şer ên Rûsyayê herêma bêçek bombebaran kir
28 tîrmeh, 2021   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê li dijî herêmên li Diwêr Ekrad ya rojavayê Hemayê û herêmên din li Berze, derodrê Kebane ya çiyayê Ekrad ê bakurê Lazîqiyê zêdetirî 7 êriş pêk anîn.

Duh jî, balafirên Rûsyayê li derdorê bajarokê Kensefra, derdorê nuqteya Tirkiyê ya li bajarokê Bare ya başûrê Idlibê nêzî 10 êrişên hewayî pêk anîbû. Her wiha li dijî herêmên Sermaniyê û Diwêr Ekrad ên rojavayê Hemayê 8 êriş pêk anîbû. Hêzên hikumeta Şamê jî herêma Aliye ya rojavayê Idlibê bi moşekan kiribû hedef.

(cx)