Li Derayê hêzên hikumeta Şamê kesek kuştin

Duh di encama hedefgirtina hêzên hikumeta Şamê ji taxên Dera El-Beled re kesek hate kuştin. Tê gotin ku wê danûstandinên nû dest pê bikin.

Li Derayê hêzên hikumeta Şamê kesek kuştin
28 tîrmeh, 2021   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên hikûmeta Şamê duh bi guleyan taxên Dera El-Beled hedef girt û di encamê de kesek hate kuştin.

Li herêmê bêdengiyek heye û tê gotin wê danûstandinên nû di navbera komîteya navendî û hikumeta Şamê de werin dest pê kirin.

Hin niştecihên bajarê Dera daxuyaniyek dan û tê de bang kirin ku wan ber bi cihekî ewle ve bibin.

SOHR`ê duh ragihand ku komîteyên navendî ku li Dera El-Beled, gundewarên rojhilat û rojavayî Dera hatine avakirin, hemû xwestekên hêzên hikumeta Şamê di koçberkirina hin kesan bi darê zorê red kir. Di heman demê de, bend û navendên leşkerî li Dera El-Beled, taxa Muxeyem û rêya bendav jî red kirin.

(bx)