Li Girê Spî çeteyek hate kuştin

Çavkaniyeke herêmî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand, çeteyek ji aliyê çeteyên koma xwe ve hate kuştin.

Li Girê Spî çeteyek hate kuştin
27 tîrmeh, 2021   20:57
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyê navê çeteyê hate kuştin Beşar Ebû Saa ye.

Çavkaniyê got, çete girêdayî koma çeteyên"Ebû Ereb El-Dêrî" ye û ji aliyê koma çetayan a  bi navê "Ebû Baz Eşara" ve hate kuştin. Her du kom girêdayî çeteyên"Ehrar El-Şerqiyê" ne ku dewleta Tirk desteka wan dike.

Li gorî çavkaniyan, dema şer di navbera eşîrên Begara xwe bi xwe de derket, çete hate kuştin. Eşrîra Begara li katonê hatin bicihkirin.

Di encamên êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de dest pê kirin, kantona Girê Spî hate dagirkirin, şêniyên wê yên resen hatin koçberkirin û malbatên çeteyan lê hatin bicihkirin.

(eh)

ANHA