Li Eyn Îsayê meşa meşaleyan a piştgiriya berxwedana gerîla

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê-Eyn Îsayê bi meşeke meşaleyan berxwedana gerîla silav kir.

Li Eyn Îsayê meşa meşaleyan a piştgiriya berxwedana gerîla
26 tîrmeh, 2021   19:45
EYN ÎSA

Bi sedan ciwanên navçeya Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî bi diruşma "Ji bo tolhilandana bi salan em ê dagirkeriyê têk bibin" daketin qadan û piştgirî da berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê.

Meş ji Çerxerêya Displîlna Leşkerî ber bi Çerxerêya Şaredariyê ve dest pê kir. Di meşê de alên ciwanan, Kongreya Star, QSD’ê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û QSD'ê hatin berzkirin.

/ar/uploads/files/2021/07/26/191934_shylan-mstw.webp

Meş li Çerxerêya Şaredariyê veguherî mîtîngê, li ser navê ciwanên şoreşger endama tevgerê Şîlan Misto daxuyanî xwend, tê de berxwedana gerîlayan silav kir û got, gerîla li hemberî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk efsanên qehremaniyê dinîvisînin û nahêlin ku dagirker bigihêjin armancên xwe.

Mîtîng bi diruşmyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana gerîla û QSD'ê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/c3HQZJNB_VA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

/ar/uploads/files/2021/07/26/191955_22.webp