Malbatên şehîdan banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir

Malbatên şehîdan ên navçeya Til Temirê bang li civaka navneteweyî kir ku ji ber êrişa li ser goristana şehîdan a Efrînê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze û got:"Tu ol, qanûn û wijdan vekirina gorên şehîdan qebûl nakin."

Malbatên şehîdan banga hesabxwestina ji dewleta Tirk kir
25 tîrmeh, 2021   01:08
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 14`ê Tîrmehê goristaneke şehîdan li navenda bajarê Efrînê vekir û wekî goreke komî nîşan da. Lê delîl û belgeyan îsbat kir ku gorên hatine vekirin yên şehîdan in ku di dema êrişên dagirkirinê yên li ser Efrînê de, ev goristan di rewşeke awarte de hate avakirin.

Nerazîbûnên gel, bi taybet ên malbatên şehîdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî vekirina goristana şehîdan zêde dibin.

Malbatên şehîdan ên Til Temirê vekirina gorên şehîdan ji hêla dagirkeriya Tirk ve bi sûcekî şer bi nav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku yekser dest bi lêpirsînê bike û hesabê vê yekê ji dagirker bixwaze.

/kr/uploads/files/2021/07/24/203927_-.webp

Bavê şehîd Demhat û Serhed, Mihemed Tahir sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkerî, vekirina gorên şehîdan û tawanbarkirina hêzên leşkerî bi pêkanîna komkujiyan şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

Tahir destnîşan kir ku ne qanûn û ne ol û ne jî wîjdan vekirina gorên şehîdan qebûl dike û bang li partiyên siyasî yên Kurd  kir ku rastiya dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên li dijî gelê Kurd û şehîdên wî nas bikin û li dijî wê yekitiya xwe ava bikin.

/kr/uploads/files/2021/07/24/203949_-.webp

Li aliyekî din jî bavê şehîd Kawa, Yûsif Calo got: "Dewleta Tirk li dijî me gelek binpêkirin û sûc pêk anîn. Em dikarin bibêjin ku dagirkeriya Tirk şerê li dijî gelê Kurd derbas kiriye û êdî şerê her tiştekî li ser rûyê erdê dike, di nav de goristana şehîdên me ya li Efrînê."

Calo bang li civaka navneteweyî kir ku yekser destwerdanê bike û der barê mijara vekirina gorên şehîdan de dest bi lêpirsînê bike.

Yûsif Calo wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bi mirovatiya xwe me şerê hemû aliyên ku sûcên li dijî tevahî cîhanê pêk dianî, kir. Li beramber vê yekê jî dijmin gorên şehîdên me vedike û wêran dike. Em tevahî dizanin ku dagirkeriya Tirk piştevanê fermî yê terorîzmê ye."

(eh)

ANHA