Birayê Mistefa Osman: Divê PDK'ê tavilê çarenûsa birayê min zelal bike

Birayê endamê Têkiliyên PYD'ê Mistefa Osman ê ji aliyê PDK'ê ve hatiye revandin, bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku tavilê çarenûsa birayê wî û endamên din ên revandî zelal bike û got: “PDK'ê ji çarenûsa birayê min berpirsyar e.”

Birayê Mistefa Osman: Divê PDK'ê tavilê çarenûsa birayê min zelal bike
25 tîrmeh, 2021   00:16
KOBANÊ

Ev 46 roj in ku PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê revandine.

Bertekên gelê Rojava yên Ii hemberî revandina nûneran didomin.

Birayê endamê Têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman, Nezhet Xelîl Osman wiha got: "Birayê min tu sûc nekirine ku were revandin. Tişta ku kiriye çûbû balafirgeha Hewlêrê da ku pêşwaziya şandeyekê bike ku ji bo serdana Rojava hatibû, lê beriya ku derbasî balafirgehê bibe hêzên asayîşa Hewlêrê ew revandin."

Nezhet Osman diyar kir ku birayê wî ji dema ku hatiye revandin tu agahî jê nehatine girtin û bang li desthilata hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku sedema revandina birayê wî û cihê wî eşkere bike. Osman da zanîn ku biraziyên wî li Hewlêrê li benda vegera bavê xwe ne.

Osman destnîşan kir ku xebata birayê wî yê di qada têkiliyên derve de li tevahî dewletên cîhanê xebateke rewa ye û nivîsgeheke xebata wan ya fermî li Başûr heye û ev nirxandin kir: " Em ji nêzîkatiyên bêserûber ên hêzên PDK`ê yên li hemberî Kurdan mat dimînin."

Osman xîtabî PDK`ê kir û got: "Ev ne demokrasî ye ku tu birayê xwe yê Kurd bigirî û bixî girtîgehê û tu agahiyan nedî malbata wî. Demokrasî ew e ku tu bihêlî birayê te bi serbestî bêyî qeyd û bendan bijî û bibe piştevanê rakirina zilma li ser wî û malbata wî."

Nezhet Xelîl Osman hêvî kir ku PDK'ê nêzîkatiyên xwe yên li hemberî Kurdan di ber çavan re derbas bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev dema ku em tê re derbas dibin pir hestiyar e, bi taybet di vê demê de hewldanên pêkanîna yekitiya Kurdan tê kirin, PDK`ê bi van kiryarên xwe yên parçebûna di navbera Kurdan de zêdetir dike, her wiha kiryarên PDK`ê belavbûna di navbera partiyên kurd de zêde dike."

(eh)

ANHA