Artêşa Tirk gundewarên rojhilatê Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Hoşeriyê û Hîsan ên bakurê rojhilatê Minbicê bi mûçekan topbaran dikin.

Artêşa Tirk gundewarên rojhilatê Minbicê topbaran dike
24 tîrmeh, 2021   19:56
MINBIC

Li gorî malpera fermî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Qîrata yê bakurê Minbicê gundên Hoşeriyê û Hîsan ên bakurê rojhilatê Minbicê bi mûşekan topbaran dikin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê piştrast kir ku heta niha topbaran berdewam e, lê tu agahiyên li ser ziyanên canî bi dest neketine.

(fr)

ANHA