​​​​​​​Dagirkeriya Tirk gundên Şehba û Şêrawayê topbaran dike

Arêtşa Tirk a dagirker gundên kantona Şehba û navçeya Şêrawayê bi çekên giran topbaran dike, di heman demê de balafirên keşfê yên dagirkeriyê li asîmana herêmê digerin.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk gundên Şehba û Şêrawayê topbaran dike
24 tîrmeh, 2021   19:47
ŞEHBA

Ji vê êvarê de dagirkeriya Tirk gelek gundên kantona Şehbayê topbaran dike; Şeala, Xirbet Şeala, Ziwîyan, Siroc, Nêrebiyê û Radar. Di heman demê de dagirkerî navçeya Til Rifet û bajarokê Dêr Cemal û derdora gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawayê topbaran dike.

Dagirkeriya Tirk bi dehan top û mûşekan gundên navborî topbaran kirin, heta niha topbaran berdewam e.

Digel topbaranê balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirl li asîmana gunên tên topbarankirin digerin, lê tu agahiyên li ser ziyanan bi dest neketin.

(fr)

ANHA