SOHR:Depoyên cebilxaneya Hizbullah li Sûriyê hatin teqandin

Hikumeta Şamê ragihand ku sîstema wê yên hewayî gelek moşek li herêma El-Qisêr a girêdayî Humisê xistin xwarê. SOHR`ê jî diyar kir ku êriş li dijî nuqteyên leşkerî yên Hizbullah li herêma balafirgeha leşkerî ya El-Deba hatiye kirin.

SOHR:Depoyên cebilxaneya Hizbullah li Sûriyê hatin teqandin
22 tîrmeh, 2021   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya hikumeta Şamê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî, ragihand ku di saet 1:13 sibê de, Îsraîl ji bakurê rojhilatê Beyrûtê êrişek hewayî pêk anî, her wiha hin nuqteyên herêma El-Qisêr a gundewarê Humisê hedef girt. Li gorî SANA, sîstema hewayî ya Sûriyê bersiva êrişan daye û gelek moşekên Îsraîlê xistin xwarê.

Lê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku Îsraîl nuqteyên leşkerî yên Hizbullah a Lubnanê li herêma balafirgeha leşkerî ya El-Deba û El-Qisêr a li gundewarê rojavayê Humisê kirin armanc. Li gorî SOHR`ê, Îsraîlê depoyên cebilxane yên Hizbullah teqandine û tê gotin ku kuştî û birîndar di encama êrişê de çêbûne.

(dx)