Kesên nenas êrişî malekê kirin; du jin hatin qetilkirin

Kesên nenas li bajarokê El-Bisêra ya Dêrazorê êrişî malekê kirin, di encma êrişê de du jin hatin qetilkirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên nenas êrişî malekê kirin; du jin hatin qetilkirin
22 tîrmeh, 2021   09:01
DÊRAZOR

Nûçegihana me ji Dêrazorê ragihand ku kesên nenas ku li motorsiklêtekê siwar bûbûn, êrişî mala Beşar Xelîl El-Etwan a nêzî firina El-Rawî ya li navenda bajarokê El-Bisêra, kirin.

Kesên nenas gule li malbata Beşar El-Etwan reşandin. Di encamê de Beşar birîndar bû û hevjina wî yekser jiyana xwe ji dest da.

Her wiha hevjina Hesen Hemîdî El-Asî ya ku di mala Beşar de bû, hate qetilkirin û du zarokên wê birîndar bûn.

Zarokên birîndar li nexweşneyên herêma Dêrazorê tên dermankirin.

 (dm)

ANHA