Dewleta Tirk Hewl dide mirovahiya azad li girava Îmraliyê bixeniqîne

Malbatên şehîdan li Şehbayê destnîşan kir ku dewleta Tirk û şirîkên wan ên komployê bi rêya tecrîdê sûcekî dermirovî pêk tînin û hew didin mirovahiya azad li girava Îmraliyê bixeniqînin.

Dewleta Tirk Hewl dide mirovahiya azad li girava Îmraliyê bixeniqîne
21 tîrmeh, 2021   07:31
ŞEHBA

Têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan li Şehbayê ji ajansa me re axivîn.

/kr/uploads/files/2021/07/21/073346_rabia-mistefa11.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şehbayê Rebîa Mistefa tecrîd şermezar kir û got:”Tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan li ser gelê Kurd û li ser hemû gelên bindest û hêza demokrasiyê dimeşe. Di kesayeta rêber Ocalan de hemû mirovahî û hêza demokrasiye tê tecrîdkirin. Ji ber ku rêber Ocalan nirxên hemû mirovahiya pîroz diparêze. Em weke jin û gelê  Kurd li ser fikir û felsefa rêber Ocalan dimeşin. Zarokên me yên ku di pêşerojê de mezin dibin, wê li ser vî fikrî bibin şopdarên rêber Ocalan.”

/kr/uploads/files/2021/07/21/073416_hacer-mistefa.webp

Dayîka Şehîd Mizgîn Hacer Miho jî got: “tecrîda li ser rêber Apo tecrîda li ser hemû dayîk û jinan e. Ez bi rihê berxwedana zindanan vê tecrîda li ser rêber apo şermezar dikim. Bi rêya tecrîda girankirî ya ku li ser rêber Ocalan dimeşînin, dixwazin rêber Ocalan bêdeng bikin û êrişên xwe li ser hemû destkeftiyên gelê Kurd berfireh bikin. Bi  milyonan mirov bi çalakiyên xwe azadiya rêber Ocalan dixwazin, lê mixabin raya giştî ya cihanê li hemberî vê zilmê û van êrişên li destkeftiyên gelê Kurd û gerîlayên azadiyê û girtiyên zindanan xwe ker û bêdeng kirine.”

Hacer Miho, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:”Dîroka Dewleta Tirk bi faşîzmê û bi îşkencê tê naskirin. Kesên ku niha bi dewleta Tirk a faşîst hevalbendiyê û hevkariyê dikin, şirîkê faşîzîmê û sûc û kiryarên dewleta Tirk in. Tecrîda girankirî bi destên van hêzan tê meşandin. Dibêjin mafê mirovan û însanyetî heye, ka mafê mirovan? Kesên bi navên saziyê mafên mirovan xwe didin naskirin, li hemberî vê zilma ku li ser gelê Kurd tê kirin çima bêdeng in? Mirovahî di greva Îmraliyê de tê xeniqandin. Mirovahî di zindanên Tirkiyê de û li çiyayên azad li ber xwe dide. Rêber Ocalan 73 salên xwe derbas kir, lê hîn jî dibin tecrîda girankirî de tê ragirtin, saziyê mafê mirovan jî dibe şirîkê sucên dewleta Tirk û li dijî vê bê hiqûqiyê û bê mafiyê bêdeng in."

ANHA