Rojnameyên erebî: Îsraîl hewl dide hêza Îranê li herêmê qels bike

Rojnameyên erebî yên îro behsa êrişên Îsraîlê li Sûriyê, xwepêşandanên li Îranê û aloziya siyasî li Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Îsraîl hewl dide hêza Îranê li herêmê qels bike
21 tîrmeh, 2021   07:15
NAVENDA NÛÇEYAN

ÎSRAÎLÊ “DEPOYEKÎ MOŞEKAN” Ê ÎRANÊ LI BAKURÊ SÛRIYÊ BOMBEBARAN KIR

Rojnameya Şerq El-Ewsat di kar û barên Sûriyê de wiha nivîsî: “Îsraîlê hin nuqteyên Îranê û di nav de depoyekî moşekan li gundewarê Helebê ya bakurê Sûriyê bombebaran kir. Ji dema ku serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet hatiye ser peywirê ve, ev êrişên yekemîn ên Îsraîlê ne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got, “êrişên Îsraîlê li dijî herêma Cebel El-Waha ya li nêzî kargehên parastinê yên girêdayî rejîma Sûriyê il herêma El-Sefrîa ya gundewarê Helebê, pêk hatine.” SOHR`ê diyar kir ku li wê derê baregeheke Îranê û depoyên çekan hene, ku di êrişan de hatine rûxandin, her wiha 5 alîgirên Îranê ku 3 ji wan ne Sûrî ne, hatine kuştin.

Çavkaniyên îstixbaratî yên rojavayî dibêjin ku êrişên Îsraîlê li Sûriyê parçeyekî siyaseta Amerîka ya qelskirina hêza leşkerî ya Îranê li Sûriyê ne.”

NÎŞANEYÊN BERFIREHBÛNA XWEPÊŞANDANAN LI ÎRANÊ

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de her wiha behsa rewşa Îranê kir û wiha nivîsî: “Duh nîşaneyên berfirehbûna xwepêşandanên Ehwazê li seranserê Îranê, berz bûn. Aktîvîstan banga piştevaniya xwepêşandêran û lidarxistina xwepêşandanan li seranserê welêt kir.

Bi dehan welatiyên Îranê li stasyona mêtro a Sadîqiyê sloganên “bimire komara Îslamê”, “bimire wîlayeta Feqîh” berz kirin. Li ser malperên medya dijîtal jî xwepêşandan rastî eleqeyeke mezin hatin û haştaga ku banga lidarxistina xwepêşandanan ji bo avê dike, belav bû.”

LI LUBNANÊ ALOZIYA AVAKIRINA HIKUMETA NÛ HÎNA BERDEWAM E

Rojnameya Nehar jî têkildarî rewşa Lubnanê wiha nivîsî: “Ji roja yekê ya betlaneya Cejna Qurbanê ve xuya bû ku pêşketinên vê hefteyê dê wekî xwe bimînin û ti daneyên siyasî girêdayî aloziya avakirina hikumeta nû nadin, her wiha diyar bû ku îhtimala taloqkirina şêwirên parlamantoyê yên ku serokê komarê duşema bê ji bo wê diyar kiriye, zêde bû.”

(cx)