Li gundewarên Lazîqiyê, Idlib û Hemayê êrişên Rûsya û hikumeta Şamê

Balafirên şer ên Rûsya li gundewarê Lazîqiyê êriş pêk anîn. Hêzên hikumeta Şamê jî gundewarê Idlib û Hemayê topbaran kir.

Li gundewarên Lazîqiyê, Idlib û Hemayê êrişên Rûsya û hikumeta Şamê
20 tîrmeh, 2021   10:52
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand şeva din û vê sibehê hêzên hikumeta Şamê deverên Bênîn, Mentef, Filêfil ên gundewarê başûrê Idlibê û deverên din li Sehil Xab a bakur rojavayê Hemayê, bi moşekan topbaran kirin.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker jî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li derdorê Kefer Betîx a başûr rojhilatê Idlibê, topbaran kir.

Li aliyekî din, balafirên şer ên Rûsya li herêmên li derdorê Kebane ya çiyayê Ekrad a gundewarê bakurê Lazîqiyê, zêdetirî 6 êrişên hewayî pêk anîn. Heta niha li ser kuştî û birîndaran ti agahî nehatine bidestxistin.

(cx)