​​​​​​​HPG: Artêşa Tirk li Avaşînê gaza jehrî bi kar anî

HPG`ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li qada Werxelê ya Avaşînê gaza jehrî bi kar aniye.

​​​​​​​HPG: Artêşa Tirk li Avaşînê gaza jehrî bi kar anî
20 tîrmeh, 2021   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"19'ê Tîrmehê saet di 22:30'î de artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi teqemeniyan û gaza jehrî êriş bir ser tunelên şer ên li qada Werxelê.

19'ê Tîrmehê saet di 16:00 de li nehiya Kanîmasî ya navçeya Amediyê bi balafiran bombe li derdora gundê Bazê hate barandin. Ji ber bombardûmanê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.

19'ê Tîrmehê saet di navbera 16:30-00:00 de qada Çemço ya herêma Zapê bi obusên ji qereqolên li ser sînor hate bombekirin.

Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye."

(cx)