Li sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera welatiyan baş e

Li seranserê cîhanê Misliman amadekariya Cejna Qurbanê dikin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li gel tedbîrên zêde yên ewlehiyê û bihabûna kel û pelan, li sûkên herêmê tevgereke baş heye.

Li sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera welatiyan baş e
Li sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera welatiyan baş e
Li sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera welatiyan baş e
Li sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera welatiyan baş e
Li sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera welatiyan baş e
Li sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera welatiyan baş e
Li sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera welatiyan baş e
Li sûkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevgera welatiyan baş e
19 tîrmeh, 2021   06:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van rojan de tevgera kirîna qurbanên cejnê, şekir û şêranî, cil û berg û pêwîstiyên din ên cejnê heye. Li sûkan nirxên madeyan bihane û nirxê kirîna pez jî daketiye.

Nirxê kîloyê hin cureyên şekiran gihaşt nêzî 30 hezar lîreyên Sûriyê, lê  belê hin cureyên din jî erzan in , bi 5 hezar lîreyan an kêmtir in.

Lê nirxên pez daket û her qurbanek ku berê bi 700 hezar lîreyên Sûriyê dihat firotin, niha tenê bi 300 hezarî tê firotin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nava bajaran dewriyeyên xwe zêde kirine û li cihên sereke li hundirê bajar û sûkan bendên kontrolê danîne, da ku ewlehiya şêniyan û bajêr biparêzin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek derxistibû û tê de ragihand ku dê gelek tedbîrên ewlehiyê di dirêjahiya dema cejnê de, bigirin.

Hin welatiyên li sûkan û firoşkarên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotin ku asta kirînê baş e, lê nirx biha ne. Her wiha spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin ku aramiyê li herêmê diparêzin.

Firoşkar Cîhad Ehmed ku dikaneke wî ya şekiran li bajarê Qamişloyê heye, wiha got: "Îsal tevgera bazarê pir baş e, lê di vê cejnê de ji ber ku lîreya Sûriyê li hemberî dolar daketiye, nirxên kel û pelan bilind e."

Welatiyê bi navê Xalid Nesan ê ji bajarê Kobanê jî da zanîn ku yek ji sedemên bihabûna madeyan, ambargoya li ser herêmê ye, ji lew re piraniya malbatan li gorî salên berê, îsal tenê nîvê pêdiviyên xwe dikirin.

ꞌKÊFXWEŞIYA CEJNÊ BI ARAMÎ Û EWLEHIYA HERÊMÊ RE TEMAM DIBEꞌ

Mihemed Ehmed Bodeqa ku li bajarê Tebqayê firoşkarekî şekir û findeqan e Cejna Qurbanê li tevahiya Misilmanan pîroz kir û wiha axivî: "Em hewl didin xwestekên welatiyan ên cejnê bi nirxekî baş dabîn bikin, lê bilindbûna nirxan bandorê li firotina me jî dike."

Welatiyê bi navê Mihemed Îbrahîm El-Recep ku li bazarê digeriya axivî û wiha kêfxweşiya xwe nîşan da: "Em îro kêfxweşiya cejnê hîs dikin, bazar tijî welatî ne, bi ewlehî û aramiyê temam dibe, ya ku rehetiyê dixe dilên welatiyan ev e." Firoşkarekî şekiran Mihemed El-Mihemed jî tev li axaftina Mihemed Îbrahîm bû û got: "Tevgera bazarê baş e."

ꞌÎSAL EM DIKARIN QURBANÊN CEJNÊ BIKIRINꞌ

Mihemed Cuma li sûka pez a Reqayê bazirganekî pez e. Cuma wiha dibêje: "Îsal ji salên berê cudatir e. Par piraniya gelê Reqayê nikarîbûn qurbanên cejnê bikirin, lê îsal nirxê qurbanan di navbera 300 hezar heta 600 hezar lîreyên Sûriyê de ye û li gorî herêmê jî ev nirxekî baş e."

Ji ber ku li herêmê zêde baran nebariya, nirxê pez daket, serdema vê yekê jî ew e ku êmê pez biha bû.

Hesen Xalid dema ku qurbana cejnê dikirî destnîşan kir ku nirxê guncaw hişt ku ew îsal qurbanê bikire û wiha lê zêde kir: "Em îsal dikarin qurbana cejnê bikirin."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uY1mNA-W0KY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

ꞌHÊVÎ DIKIN KU AŞTÎ LI TEVAHÎ SÛRIYÊ BELAV BIBEꞌ

Mihemed Felahe ku welatiyekî bajarê Reqayê ye, hêvî kir ku aştî li tevahî Sûriyê belav bibe û xaka Sûriyê bibe yek, alozî bi dawî bibe û aramî û îstiqrar li Sûriyê vegere.

 (eh)

ANHA