Taha Xelîl: Biryara Meclisa Ewlehiyê polîtîk e

Endamê NRLS'ê Taha Xelîl destnîşan kir ku gihandina alîkariyên mirovî di dergehê Bab El-Hewa yê di bin serweriya çeteyên Cebhet El-Nusra re, xizmeta ajandeyên ku hewl didin Sûriyê di aloziyê de bihêlin, dike.

Taha Xelîl: Biryara Meclisa Ewlehiyê polîtîk e
19 tîrmeh, 2021   03:17
QAMIŞLO- LÎLAV DÊWANÎ

Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di 9`ê Tîrmehê de biryara gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê di dergehê Bab El-Hewa re heta 10`ê Tîrmeha 2022`an da. Dergehê Bab El-Hewa di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ye. Tevî daxwazên herêmî yên vekirina dergehê Til Koçer jî, lê Meclisa Ewlehiyê dergehên Bab Selame, Remsa û Til Koçer li pêş alîkariyên mirovî girtî hişt.

Dergehê Til Koçer ê li ser sînorê bi Iraqê re, dergehê tekane ye ku ji sala 2014`an ve tê re alîkariyên mirovî digihêjin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lê piştî ku Rûsya û Çînê di Tîrmeha borî de veto bi kar anîn, dergeh hate girtin û zêdetirî 5 milyon mirovên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zehmetiyan re rû bi rû ne.

Piştî rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê di 2018`an de, bi hezaran koçberên Sûriyê û penaberên Iraqê berê xwe dan herêmê. Li herêmê 15 kampên koçberan hene.

Têkildarî mijarê, endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) Taha Xelîl dibêje, “Biryara gihandina alîkariyên mirovî di dergehê Bab El-Hewa re û dewamkirina girtina dergehê Til Koçer, biryara siyasî ye ya dûrî mirovahiyê ye û girêdayî komployên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, gelek aliyên li dijî projeya Rêveberiya Xweseriya Demokatîk wekî hikumeta Şamê, Rûsya, Îran û Tirkiye van planan li dijî herêmê saz dikin.

Xelîl da zanîn ku biryara Meclisa Ewlehiyê dûrî doza mirovî ye û got, aliyê ku serweriya dergehê Bab El-Hewa dike, çeteyên Cebhet El-Nusra ye ku li gelek welatan di lîsteya terorê de ye.

Xelîl destnîşan kir ku şandina alîkariyên mirovî bi rêya dergehê Bab El-Hewa re, sûdê li gelê herêmê û koçberan nake û ev pirs kir: “Çeteyên dewleta Tirk xêr û bêrên şêniyên herêmê didizin û talan dikin. Gelo ew alîkariyên ku di bin destê wan re derbas dibin, wê çawa bigihêjin gel?”

Xelîl hişyarî da ku şêniyên herêmê wê fatoreya biryara Meclisa Ewlehiyê bidin û wiha dewma kir: “Di demekê de ku li welêt aloziya aborî heye, bi taybetî îsal ji ber kêmbûna baranê û telefbûna mewsima çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.  Bi sed hezaran koçberên ji herêmên din ên Sûriyê li herêmê hene, gelek kampên ku tê de koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hene, pêwîstiya wan hemiyan bi alîkariyan heye.”

Xelîl diyar kir ku amranc ji wê biryarê derbkirina projeya Rêveberiya Xweser, birçîkirina herêmê û derxistina nakokî û fitneyê li Bakur û Rojhilaêt Sûriyê ye û got,  biryar planeke birêxistinkirî ye û girêdayî komployên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, da ku zextê li herêmê bikin.

Xelîl bal kişand ser wan planan ku wekî amadekariya dayîna wê biryarê nîşan dide û wiha dewam kir: “Aliyên dijberî Rêveberiya Xweser hewl didin zextê lê bikin, çi ji aliyê leşekrî ve bi rêya êrişan an jî bi lîstina bi mijarên mirovî û derxistin tevlîhevî û nakokiyan di navbera gelê herêmê de, bi rêya şerê taybet û reşkirina Rêveberiya Xweser. Her wiha daxuyaniyên opozîsyona Sûriyê ku dewleta Tirk rewa dike û dihêle ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Hemû plan girêdayî hev in, pêkhatina wan ne tesaduf e, lê belê wekî amadekarî ji bo girtina biryarê bû.”

Endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk Taha Xelîl di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev biryar nakeve berjewendiya gelê herêmê, lê belê ew biryareke polîtîzekirî ye dikeve xizmeta ajandeyên ku hewl didin Sûriyê di aloziyê de bihêlin û di serî dewleta Tirk.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rQweHWZnzMk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>