​​​​​​​Malbatên şehîdan: Me zarokên xwe bi destên xwe veşartin

Malbatên şehîdan îdiayên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên têkildarî "Gora komî"derewandin û got: "Beriya em ji Efrînê derkevin bi çend rojan me bi destên xwe zarokên xwe veşartin."

​​​​​​​Malbatên şehîdan: Me zarokên xwe bi destên xwe veşartin
18 tîrmeh, 2021   23:42
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Di êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ser kantona Efrînê de ku çekên pêşketî û qedexekirî hatin bikaranîn bi sedan sivîl û şervan şehîd bûn.

Dîroka di navbera 13 heta 16'ê Adara 2018'an de, ji ber gûrbûna êrişan û nêzîbûna dagirkeran ji bajarê Efrînê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê neçar ma ku şehîdan li piş nexweşxaneya Avrîn a navenda bajar veşarên.

Di rojên destpêkê yên êrişên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê de şêniyan şehîdên xwe li goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya li navçeya Şerayê dispartin axê,  ji ber dijwariya êrişan, Meclisa Malbatên Şehîdan neçar ma ku goristanekê bi navê Şehîd Avêsta Xabûr li ser rêya Maratê ya nêzî navenda bajêr ava bike.

Dewleta Tirk a dagirker wekî her tim hewl dide bi rêya dezgehên çapemeniyê, rastiyan berovajî bike û Yekîneyên Parastina Gel tawanbar bike, vê carê jî îdia kir ku li nêzî malên li kantona Efrînê ya dagirkirî goreke komî dîtiye ku YPG û YPJ`ê ev komkujî pêk anîne.

Têkildarî mijarê malbatên şehîdan ên ku zarokên wan ji 13 heta 16`ê Adarê şehîd bûne û wan li piş nexweşxaneya Avrîn veşartine axivîn.

Dayika şehîd Welat,  Fikret Hemo got: "Dema ku kurê min Welat Efrîn li goristana li piş nexweşxaneya Avrîn hat veşartin amade bûm û min ew bi çavên xwe dît."

Fikret Hemo îşaret pê kir ku beriya ku ji Efrînê derkevin, ji ber topbarana bêserûber û nêzîkbûna hêzên dagirkeran ji navenda bajar re nekarî şehîdên xwe li Goristana Şehîd Avesta Xabûr veşêrin, lew re neçar ma ku hemû şehîdên xwe yên sivîl û leşker li cihê vala yê li piş nexweşxaneya Avrîn veşêrin.

Dayika Fikret ev xal lê zêde kir: "Dema veşartina şehîdan dagirkeriya Tirk bi moşekan li derdora me didan, li aliyekî me xatir ji şehîdên xwe dixwest û li aliyekî din jî topên dagirkeriyê bi ser me de dibariyan."

Dayika Fikret îdiaya dewleta dagirker a Tirk derewand û got: "Ez şahida veşartina 73 şehîdan bûm, ji wan a kurê min şehîd Welat."

Dayika şehîd Welat ev pirs kir :"Ger ev gor komî be, çawa cenaze kefenkirî ne û li kêleka hev hatine danîn? Dewleta dagirker a Tirk wekî her carê hewl dide Yekîneyên Parastina Gel tawanbar bike, ji lew re destdirêjiyê li pîroziyên me dike û goristanan jî vedike."

Fikret Hemo bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku çarenûsa şehîdên li Efrînê eşkere bikin, têkildarî sûc û zêdegaviyên li dijî goristanên li Efrîna dagirkirî hesab ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bixwazin.

Dayika şehîd Welat soza şopandina rêya şehîdan da û got, heta Efrînê rizgar bibe û hesab ji dewleta Tirk were xwestin ew ê asta têkoşîna xwe bilind bike.

Li aliyekî din jî bavê şehîd Mizgîn, Mihemed Hisên wiha got: "Piştî topbarana li dijî gundê me yê girêdayî navçeya Cindirêsê xurtir bû, em ji gundê xwe Colaqa derketin û ber bi bajarê Efrînê ve çûn, keça min li ser benda kontrolê ya Tirindê ya navenda bajarê Efrînê bû, di 14`ê Adara 2018`an de ez bi keça xwe re axivîm, ji xwe ev cara dawî bû ku ez pê re diaxivîm, saet 3`yê sibê bi rêya telefonê ez pê re axivîm û ji min re got; balafirên dagirkeriyê me dikin armanc,  piştî çend kêliyan peyewendî hate qutkirin. Piştî wê min berê xwe da benda Tirindê û dît ku balafirên dagirkeriya Tirk li dijî rêhevalên me komkujî pêk anîye û keça min Mizgîn di nav de bû."

Bavê şehîd Mizgîn diyar kir ku 15`ê Adarê bi destên xwe keça xwe bi 73 şehîdan re li piş nexweşxaneya Avrîn spartin axê û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide Kurdan qir bike, demografiya Efrîna dagirkirî biguhere û goristanên şehîdên me xirab bikin."

Hisên bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir.

Birayê şehîd Heqî Qerar û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hisên Mûrad wiha axivî: "Dema êrişên Tirkiyê yên li dijî Efrînê min li nexweşxaneya Avrîn pêşwaziya şehîdan dikir, di heman demê de bi endamên din ên Meclisa Malbatên Şehîdan re dergerîm û bûm şahidên tevahiya şehîdan, di saetên êvarê de me cenazeyên şehîdan amade dikirin da ku sibeha roja din wan veşêrin."

Hisên Mûrad bal kişand ser hejmara şehîdan û ev lê zêde kir: "Her du rojan me ji 15 heta 30 şehîdên sivîl û leşker pêşwazî dikir,  piraniya wan sivîl û zarokên ku di encama komkujiyên balafirên dagirkeriya Tirk de, şehîd bûbûn."

Hisên Mûrad eşkere kir ku piraniya şehîdan bi çekên qedexekirî ji gaza Xerdel bigire û heta bi gazên jehrîn şehîd bûbûn û got wan li Goristana Şehîd Avêsta Xabûr cihek diyar kir ku şehîdan lê veşêrin.

Birayê şehîd Heqî Qerar îşaret bi îdiayên desthilata Tirk kir û ev şîrove kir: "Dagirkeriya Tirk hewl dide rastiyan berovajî bike û Yekîneyên Parastina Gel bi pêkanîna komkujiyê tawanbar bike."

Hisên Mûrad piştrast kir ku îdiayîn dewleta Tir derew in û got: "Îdiayên desthilata dagirker derew in, ji ber ku dema hêzên dagirker nêzîk Efrînê bûn me cenazeyên şehîdan hazir kirin û li erdê vala  yê pişt nexweşxaneyê bi awayekî rêxistinkirî li kêleka hev veşartin. Belge, wêne û dîmenên oxirkirina şehîdan li cem me hene."

Mûrad diyar kir ku wêneyên dezgehên ragihandina Tirkiyê belav kirine yên devera ku her 73 şehîd lê hatine veşartin.

Hisên Mûrad di dawiyê de îşaret pê kir ku dewleta dagirker a Tirk hemû qanûnên navneteweyî bin pê kirine, li hemerî şehîdên wan ên li Efrînê siyaseteke qirêj dide meşandin û armanc ji vê yekê ew e ku YPG û YPJ`ê bikeve lîsteya terorê.

(eh)

ANHA