TEV-DEM’ê Cejna Qurbanê li pêkhateyên Sûriyê pîroz kir

TEV-DEM’ê Cejna Qurbanê li malbatên şehîdan, birîndarên şer, tevahî pêkhateyên civaka Sûriyê pîroz kir û da zanîn ku dagirkeriya Tirk rêzê ji bawerî û urfan re nagire, bi hatina Cejna Qurbanê re sûcên hovane li dijî gorên şehîdan pêk tîne.

TEV-DEM’ê Cejna Qurbanê li pêkhateyên Sûriyê pîroz kir
19 tîrmeh, 2021   04:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya hatina Cejna Qurbanê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyandiyek da, tê de cejn li tevahî pêkhateyên Sûriyê pîroz kir.

 Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de wiha hate gotin:

"Bi hatina Cejna Qurbanê re em cejnê li malbatên şehîdan, hevrêyên birîndar, gelê me yê berxwedêr û tevahî pêkhateyên civaka Sûriyê pîroz dike.

Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe wesîleya pêkanîna aştî û aramiyê li tevahî Sûriyê û herêmê di nêztirîn dem de û çareseriyên bingehîn pêk werin ku bi wê re kêfxweşiya şahiya boneyên sembolîk û olî li nava pêkhateyan vegerîne.

Girîngiya cejnan mezin e, girîngiya wê di wateyên wê yên cewherî, lêborîn û exlaqî de ye ku civak wan dipêrêze.

Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên cejna vedigerînin teror û mirinê û li ser civakên ewle ferz dikin û wan ji pêkanîna bawerî û urfan mehrûm dikin û sûcên hovane pêk tînin. Di vê dawiyê de bi nêzbûna hatina Cejna Qurbanê re goristana şehîdan li Efrînê vekirin, ew sûc nîşaneya kîn û faşîsma dewleta Tirk e,  ev kiryarekî dermirovî, derhiqûqî û li dijî hemû ol û nirxên wê yên ewlehî ye.

Em TEV-DEM’ê careke din cejnê li malbatên şehîdn, birîndran pîroz dikin, bi hêvî ne ku aştî û hezkirina li welatê me belav bibe, da ku şahî û kêfxweşiyan cejnan careke din vegere û zarok kêfxweş bibin. Em ji bo garantiya vegera biewleji hemû koçberan re ber bi warên wan ve, soza têkoşînê didin."

(fr)

ANHA