Şoreşa Rojava tevî hemû hewldanên têkbirin li ser piyan e

Tevî hemû êrişên tunekirinê li dijî şoreşa Rojava jî şoreş bi berxwedan û israrê li ser lingê xwe ma, di vê çarçoveyê de gelo cûdahî di navbera şoreşa Rojava û şoreşên din de çi ye?.

Şoreşa Rojava tevî hemû hewldanên têkbirin li ser piyan e
19 tîrmeh, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN – MUSTEFA ELO

Di sedsala 20`an de gelek şoreş li dijî sîstema desthilatdar pêk hat. Wekî li Ispaniya, Kolombiya, Srîlanka û Rûsyayê. Gelek tevgerên dijberî sîstema deshilatdar derketin hole, lê nikarîbû heta dawiyê li ber xwe bidin.

Ew şoreş û tevgeran gelek berdêl dan û bi milyonan kes di oxira pêkanîna hêviyên azadî û rizgariya ji sîstema desthilatdar, şehîd bûn. Lê tevî vê yekê jî negihaşt hêviyên ku dixwestin.

Destpêkê ji Rûsya ku şoreşa Mijdara 1917`an di dawiya şerê cîhanê yê yekemîn de (1914 – 1918) derket, Bolşevik di gihaştina sîstemeke sosyalîst de bi ser neketin. Yekitiya Sovyetê di sala 1991`an de ji ber sedemên hundirîn û êrişên sîstema desthilatdar ji derve, hilweşiya.

Li Spaniyayê jî tevgera ETA armancên xwe pêk neanîn. Tevgera ku ji salên 60`yî yên sedsala borî li dijî sîstema general Franco destpê kiriye di sala 2011`an de agirbest bi hikumeta navendî ya Spaniyayê re ragihand û di sala 2018`an de xwe tune kir û çekên xwe radest kir.

Li Srî Lankayê sîstema heyî tevgera Nimûr El-Tamîl tune kir û fermandarê wê di sala 2009`an de kuşt.

Di sala 2016`an de Tevgera FARC a Colombiayê lihevanîn bi hikûmetê re li beramberî kursiyên di parlementoyê de û mafê avakirina partiyeke siyasî, pêk anî.

Li Kurdistanê jî serhildanên ku di nîvê sedsala 19`an de li dijî împratoriya Osmanî pêk hatin zêde li ber xwe nedan. Di dawiyê de xwîn hate rijandin û fermandarên wê yên weke Seyid Riza û Şêx Seîd Pîran hatin darvekirin.

Bi vî rengî beşek dirêj ji şerê di navbera tevgerên şoreşgerî û sîstemên heyî de hate vegotin.

Li Rojava jî Şoreşa 19`ê Tîrmehê di sala 2012`an de bi domdarbûn û hilbijartina xeta sêyemîn hate ragihandin. Şoreşê xwe dûrî şerê li ser serweriyê hişt û di nav 9 salên şoreşê de, xwe wekî hêzeke desthildar nîşan neda. Berovajî wekî hêzeke rêvebirinê, xebata xwe da meşandin.

Li ser vî esasî, çawa Şoreşa Rojava tevî hemû êrişên ku rastî wê hat destpêkê ji dagirkirina Efrînê di 2018`an de, piştî wê bi salekê dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, êrişên hundirîn ku bi rêya şaneyên hikûmeta Şamê, hemeleyên reşkirinê ji aliyê ENKS`ê li dijî Rêveberiya Xweser, li ber xwe da.

Şoreş û Rêveberiya Xweser ku civaka navneteweyî itîrafê bi wan nake û ji roja destpêkê de hatine dorpêçkirin û dewleta Tirk a dagirker, Şam û PDK`ê dergeh li ser girtin, çawa dikaribû li ber xwe bide? Her wiha gelek hewldanên ku wê ber bi xefka serweriyê, bazirganî, derxistina wê ji rêya wê û gihaştina wê bi sîstema heyî re, hatin kirin.

Lewra, tiştek heye ku Şoreşa Rojava ji şoreşên din cûda dike, lê ev yek nayê wateya ku şoreşê pêvajoya xeteriyê derbas kiriye û gihaştiye asta ewlehiyê.

'CÛDABÛNEKE MEZIN DI NAVBERA DEWLET Û RÊVEBERIYA XWESER DE HEYE'

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer wiha got: "Cûdabûneke pir mezin di navbera dewlet û Rêveberiya Xweser de heye. Heger mijar girêdayî şoreşan be, praniya şoreşên sedsala 21`an xwestin ku dewlet û serweriyê ava bikin. Ev jî sedemeke sereke ye ku dozên civakê di azadî, aborî, birçîbûn, kuştin, lêdan û komkujiyan de, neyên çareserkirin."

Hesen Koçer anî ziman ku şoreş dema ber bi serweriyê ve diçe û ji rêya şoreşê dûr dikeve, armancên xwe pêk nayîne û wiha domand: "Ev şêwaz bi awayekî zêde hate bikaranîn. Gelek şoreş di sedsala 20`an de li ser esasê pêşxistina civakê û azadiya wê derketin, lê ew dûrî armancên xwe ketin. Ji ber ku wan şoreşan xwestin dewlet û serweriyekê ava bikin. Ew şoreş ne li gorî armancên xwe tevgeriyan û ketin şaştiyên cidî. Veguherîn dewletan û sîstemên dektator ku ji sîstemên desthilatdar û dewletbûnê xirabtire, ava kir."

Koçer di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxand kir: " Em dibêjin ku mirovên demokrat heger cihê xwe di dewletê de bigre dê ji rêya xwe derkeve. Nikare her tim di nava demokrasiyê de bijî. Ji ber sîstema dewletbûnê dê reşbûnê di mejî û fikrên wî de çêke. Ji ber wê jî şoreşên ku destpêkê de ji bo azadiya civakê derketin, di dawiyê de ber bi bazirganiyê ve çûn û xizmeta civakê nekirin. Lê belê bû serweriyek di ser civakê re û civak ji rêya wê derxistin. Nexweşiyên di civakê de çêkirin û serweriyeke zêde li ser civakê bikar anî. Sosyalîstê li Rûsya nikaribû, dewlet û serwerî şirove bike. Texmîn kirin ku ewê bi rêya dewlet û serweriyê bighêjin demokrasî û sosyalîzmê. Lê ber bi dewleteke dîktator ve çûn û destek dan dewletên dictator. Rûsya ya niha mînaka vêye. Rûsya 30 milyon şehîd da, lê nikarîbû sîstemeke demokratîk û dewleteke xwedî sazî ava bike û heta niha jî dektatorî li Rûsyayê tê kirin."

 ‘ŞOREŞA ROJAVA LI SER BINGEHEKE NÛ Û NIMÛNEYEKE NÛ DIMEŞE'

Girêdayî Şoreşa Rojava Hesen Koçer wiha axivî: "Şoreşa Rojava li ser bingeheke nû û nimûneyeke nû dimeşe. Şoreşên sedsala 21`an xwe dispartin pîvana guhertina serweriya heyî. Lê Şoreşa Rojava ne bi vî rengî ye. Rastiya felsefî ya Şoreşa Rojava ne li ser tunekirina dewleteke heyî yan jî avakirine dewleteke nû ye. Lê belê xwe dispêre avakirina civakeke exlaqî, siyasî û civakeke demokratîk. Pêwîstiya me bi civakeke nû heye. Heger civak demokrat bibe dê sîstema demokratîk were avakirin. Ji ber wê jî me neda dû şopa şoreşên kevin lê belê me bingeheke nû û pêşengtiyeke nû ji şoreşê re ava kir. Şoreşên sedsala 21`an li gorî şoreşên zanistî dixwaze rengê şoreşê, armancên wê û stratejiyên wê biguhêre. Me bingeha şoreşa nû li gorî vê yekê, pêşxist."

XETA SÊYEMÎN

Koçer, der barê xeta sêyemîn de ev nirxand kir: "Di destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê de, me xeta sêyemîn hilbijart. Ev tê wateyê ku em ji zîhniyeta dewlet û desthilatdariyê xilas dibin. Xeta sêyemîn civaka demokratîk e. Em li kêleka rêjîm û muxalefetê nesekinîn, ji ber her du jî li ser bingeha zîhniyetek desthilatdar in."

Koçer wiha dom kir: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi civaka demokratîk ve girêdayî ye. Ew jî bi xeta sêyemîn tê naskirin. Îdeolojiya ku şoreşa Rojava ji xwe re bingeh digire neteweya demokratîk e. Neteweya demokratîk nayê wateya tasfiyekirina dewletek û damezrandina dewletek din, lê belê avakirina civakek exlaqî, polîtîk û demokratîk e. Divê civak bibe xwedî hêz, xwedî vîn û rêxistin. Ji ber vê yekê şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşek girîng e û li Rojhilata Navîn û cîhanê modelek nû ye. Li Ewropayê jî pişta xwe didin civaka sivîl, ji ber ku dewlet bûye pirsgirêkek, ji ber vê yekê diviyabû ku dewlet û desthilatdariya wê were kêmkirin. Pirbûna dewletê li Ewropa bûye pirsgirêk, ji ber vê yekê qada dewletê tê kêm kirin û xwe spartin pergala federal a wekî Yekîtiya Ewropayê. Ev tê wateya ku cîhan jî haydar e ku şoreşa zanistî êdî pergala dewletên desthilatdar qebûl nake. Geşedanên li Rojhilata Navîn diyar dikin ku dewletên neteweperest li Rojhilata Navîn dewletên demborî ne û pergala heyî divê were guhertin û civak divê pergala xwe û hêza xwe ava bike. Ev cudahiya di navbera dewlet û xwe birêvebirinê de ye."

TEVLÎBÛNA GEL DI BIRYARGIRTIN Û AZADIYA JIN DE

Derbarê awayên misogerkirina şoreşa Rojava, Hesen Koçer got: "Teoriya me ya parastina şoreşa Rojava tevgera azadiya jin e. Azadiya jin di bernameya tu şoreşê de tune bû. Yekem car, şoreşa Rojava azadiya jin ji xwe re esas girt. Azadiya jinê, îdeolojiya azadiya jin û  jineolojî, ev garantiyên ku pêşî li binkeftina şoreşa Rojava ya ber bi dewletbûnê bigirin e."

Koçer wiha lê zêde kir: "Ya duyemîn, tevlêkirina civakê di rêvebirin û biryargirtinê de wekî komîn, meclis, Rêveberiya Xweser û pêkanîna aboriya civakê, ev jî garantiyên ku ev proje venaguhere sîstema dewletê."

Hesen Koçer wiha bi dawî kir: "Bê guman, heke em van rêgezan di rastiyê de pêk nînin, em ê bikevin şaştiyên mezin. Dibe ku di nava Rêveberiya Xweser de kesên ku kêmasiyên wan hene ku bi desthilatdarî û pergala dewletê fêr bûne hebin. Lê stratejî û tedbîrên Rêveberiya Xweser azadiya jin e. Ya duyemîn jî komîn, meclis, sazî, Rêveberiya Xweser û civaka demokratîk û hawîrdor e. Ev yek dê rê nede ku Rêveberiya Xweser bibe dewlet."

`LI BAKURÊ SÛRIYÊ ŞOREŞA ROJAVA BI SER KET`

Nivîskar û rojnamevan Xelîl Cemal jî diyar kir ku her kaosek di heman demê de derfeta şoreşekê ava dike. Ya girîng ew e ku sazûmaniyên hişmendî-birêxistinkirî di wê pozîsyonê de bin ku pêvajoyê bi rê ve bibin û ji derfetên ku wê di van pêvajoyên kaosê de çêbin, sûdê wergirin. Divê xebat/çalakî, şêwaz û tempoya xwe li gorî vê yekê sererast bikin. Nexwe hêzên şaristaniya dewletparêz ku sedema kaosê ne, xwedî wê derfetê ne ku ji vê rewşê bi xwe sûdê wergirin. Yekane serkeftinên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heta niha monopolên çekan û hêzên global bûn, lê belê li bakurê Sûriyê şoreşa Rojava jî bi ser ket. Li Kobanê xeyalên Osmanî yên dewleta Tirk a faşîst têk çûn û hat dîtin ku dem ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo gelan jî hatiye. Vê perspektîfê şoreşa Rojava berfirehtir kir. Li sêyan yeka Sûriyê wek xeteke azadiyê ya gelan di bin navê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de belav bû. Ev yek jî dişibe şoreşa Rûsan ku piştre ji nasnameyên etnîk azad bû û navê wê bû Yekitiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê.

Her wiha Xelîl diyar kir ku, paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan şiroveyeke nû li şoreşê zêde kir û ew paradîgma bû faktora bingehîn a ku nehiştiye Şoreşa Rojava ber bi desthilatdarî û dewletê ve bişemite. Bi van taybetmendiyên xwe şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê li dijî modernîteya kapîtalîst, li dijî bandorên îdeolojîk ên sosyalîzma reel jî bû navenda berxwedanê. Dîktatoriya proletaryayê ku çavkaniya xwe ji paradîgmaya dewletparêz-desthilatdar digire, dewleta sosyalîst a li ser hîmê netewedewletê mezin bûye. Li ser bingeha paradîgmaya Rêbertî şîroveyeke nû ji xwe re peyda kir. Ji aliyekî din ve şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgarkirina îdeolojiya sosyalîst ji bandora lîberalîzmê, ji xwe re kir bingeh. Bi van taybetmendiyên xwe asoyeke nû ji bo şer, şoreş û azadiyê daniye pêşiya gelan.

Xelîl şîrova xwe wiha bi dawî kir:"Îro bi van taybetmendiyên xwe şoreşa me hewl dide li ser esasê bihevrebûna azad a jin û mêran bi tevahî gelan re, bi taybet Ereb-Kurd û Suryan, cîhaneke azad biafirîne. Îro gel ji her demê zêdetir xwedî li Rêbertiya xwe derdikeve û bi pêşengiya pêşengên xwe yên qehreman li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dijî dagirkeriyê û li dijî faşîzmê berê xwe dide siberojê û ji bo mirovahiyê dibe îlham."

(bx-dx)

ANHA