​​​​​​​Li Til Temir û Hesekê berxwedana 14`ê Tîrmehê hate bibîranîn

Şêniyên bajarê Hesekê û Til Temirê salvegera 39`an a berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn û got berxwedana wan rêya ber bi azadiyê ve ye.

​​​​​​​Li Til Temir û Hesekê berxwedana 14`ê Tîrmehê hate bibîranîn
​​​​​​​Li Til Temir û Hesekê berxwedana 14`ê Tîrmehê hate bibîranîn
​​​​​​​Li Til Temir û Hesekê berxwedana 14`ê Tîrmehê hate bibîranîn
​​​​​​​Li Til Temir û Hesekê berxwedana 14`ê Tîrmehê hate bibîranîn
​​​​​​​Li Til Temir û Hesekê berxwedana 14`ê Tîrmehê hate bibîranîn
​​​​​​​Li Til Temir û Hesekê berxwedana 14`ê Tîrmehê hate bibîranîn
14 tîrmeh, 2021   11:11
HESEKÊ

PYD`ê li bajarê Hesekê semînerek bi vê boneyê li dar xist. Semîner li hola TEV-DEM`ê ya li taxa Til Hecer hate dayîn. Bi dehan şênî beşdarî semînerê bûn.

Di destpêkê de, Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Mistefa Ehmed têkildarî berxwedana mezin a girtiyên di zindanên dewleta Tirk de axivî.

/ar/uploads/files/2021/07/14/101332_dsc_0132.webp

Mistefa Ehmed got: "Bandoreke mezin a berxwedana zindanan li ser tevgerên kurdî heye û şoreşa 19`ê Tîrmehê berdewamiya vê berxwedanê ye."

Mistefa Ehmed destnîşan kir ku berxwedêrên 14`ê Tîrmehê peyama têkoşîn û berxwedanê heta serkeftinê girtin ser milê xwe û teqez kir ku ew ê heya dawiyê li ser rêya wan bimeşin.

Di dawiyê de Mistefa Ehmed piştrast kir ku berxwedana 14`ê Tîrmehê bersivdana siyasetên dewleta Tirk a faşîst bû.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê jî bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, leşkerî û endamên partiyên siyasî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê kom bûn û meşek li dar xistin.

Di meşê de pankartên "Bi giyanê berxwedana 14`ê Tîrmehê em têkoşîna Avaşîn, Zap û Metînayê silav dikin" her wiha wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedanê hatin berzkirin û meş ber bi kolana Filistînê ve çû. Meş li kolana Filistînê veguherî mitîngê. Di mitîngê de Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Ahîn Elî berxwedana zindanan, gerîla û berxwedana şêniyên herêmê silav kir.

Ahîn Elî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Divê em zanibin ku berxwedana Kemal Pîr, Xeyrî Durmûş, Akif Yelmaz û Elî Çîçek ji bo gelê me bû da ku bighêjin azadiyê. Divê her kes zanibe ku ev berxwedan destpêka têkoşîna ji bo rizgarî û azadiya Kurdistanê bû."

Mitîng bi dirûşmeyên şehîd namirin, bi dawî bû.

(bx)

ANHA