Dewriyeya hevbeş a 51`an li gundewarên Dirbêsiyê hate meşandin

Îro polîsên leşkerî yên Rûsya bi dewleta Tirk a dagirker re dewriyeyeke hevbeş li gundewarên rojavayî navçeya Dirbêsiyê, pêk anî.

Dewriyeya hevbeş a 51`an li gundewarên Dirbêsiyê hate meşandin
14 tîrmeh, 2021   10:21
HESEKÊ

Dewriyeya hevbeş ji deriyê Şirik ê li ser sînor ku 13 km rojavayî navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, dest pê kir.

Dewriyeya hevbeş li gundê Şirik, Dilîk, Bîrkinês, Qeyrewan, Aliye, Îbrahîmiyê, Feqîra û Kesra geriya. Paşê vegeriya nuqteya destpêkê û panzêrên Rûsya vegeriya baregeha xwe li Til Temirê û yên Tirkiyê jî derbasî Bakurê Kurdistanê bûn.

(bx)

ANHA