Harmony rastiya jiyana hevbeş û pirrengiya çanda herêmê vedibêje

Ciwanên ji Kurd, Ereb, Suryan û Asûr bi navê "Harmony" komeke hunerî ava kir û bi rêya wê kevneşopiya herêmê û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de îfade dikin.

Harmony rastiya jiyana hevbeş û pirrengiya çanda herêmê vedibêje
14 tîrmeh, 2021   10:18
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Ciwanên ji hemû pêkhateyan mûzîk û stranên hunerê wek rêbazeke nîşandana çanda herêmê vebijart ku jiyana hevbeş a di nava pêkhateyan de îsbat dike. Tesaduf li hev civiyan û komeke bi navê "Harmony" ava kir.

Piştî ku hunermend Harutyun Madarjian peymangehek mûzîkê li Qamişlo vekir, koma Harmony di 2018’an de hat avakirin. Di komê de sazvanên gîtar, keman û ûdê, her wiha stranbêjin Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî hene.

Armanca komê ew e ku çandên herêmê nêzî hev bibin. Hewesa endamên komê jî mûzîka folklorî ye. Lê tişta ku endamên ji hev cuda dike, ew e ku ji neteweyên cuda ne û bi hev re stranên bi gelek devokan bi awayekî xurt pêşkêş dikin.

Kom li gelek bajaran bi awayekî rêxistinkirî hunera xwe pêşkêş dike û naveroka hunera wan stranên folklorîk e. Tevî ku ew kom nû hatiye avakirin jî, lê di demeke kurt de karî xwe li qadê bida der, ji ber ku tê de pirrengiya çandî heye. Ev yek jî li gorî armancên komê ye ku balê bikişîne ser cihêrengiya mûzîka folklorîk.

Têkildarî vê yekê, gerînendeyê komê ku li herêmê rahênerê mûzîkê yê herî biçûk e Harutyun Madarjian ji ANHA'yê re axivî. Madarjian beriya ku Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bibe berê xwe da Qamişlo û li pey xwe bîranînên xweşik dihêle, ku hîna jî di bîra wê de ne. Li wir çîroka hewes û girêdana xwe bi mûzîkê re di biçûkaniyê de dest pê dike. Madrajian wiha dibêje: "Di zarokatiyê de min li bernameyên mûzîkê temaşe dikir. Tevî ku min wê demê alav ji hev dernedixistin jî, lê ez bi awayekî nenormal bi mûzîkê re dibûm yek. Bavê min hezkirina min û girêdana ji mûzîkê re dît û ez birim peymangeha mûzîkê ya Ornîna ya li Reqayê da ku fêrî lêdana alavan bibim. Lê wê demê ez hîna şagirtê refa 2’yan a seretayî bûm."

Madarjian 3 salan li pey hev bi lêdana kemanê li bajarê xwe Reqayê pileya yekem girt, di salên 2007 û 2008’an de jî pileya yekem li ser asta Sûriyê wergirt.

Madarjian diyar kir ku hêviya wî bibe sazvanekî kemanê yê pispor û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Piştî bûyerên li Sûriyê min girîngî da xwendina li ser bazirganî û aboriyê. Lê min ji wê xwendinê hîs nekir, min xwendin berda û vegerîm lêdana kemanê, da ku hêviya xwe temam bikim."

Li ser hêviyên komê Madarjiyan wiha anî ziman: "Kom amadekariya stranên taybet dike. Li gel me armanca avakirina studyoyekî taybet heye ku dengê komê û dengê çandanên herêmê bigihînin cîhanê."

TESADUFEKÊ EW LI SER YEK ARMANCÊ CIVANDIN

Tesadûfek bû ku mûzîkjen, hunermend û stranbêjên ji pêkhateyên cihêreng ên Qamişlo li hev bicivinew jî; stranbêjî suryanî Faskin Giragossian, stranbêjê ermenî Rabbi Moro, stranbêjî erebî Eşref El-Esmer, stranbêjê kurdî û sazvanê gîtarê Kamîran Mistefa, sazvanê ûdê Îvan. Ew bi tesadufî bi Madarjian re civiyan û komek ava kirin, da ku li ser wê armancekê bixebitin. Ew armanc jî veguhastina çanda dewlemend a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi cîhana derve ve ye.

Stranbêj Kamîran Mistefa destnîşan kir ku îsrara wan dihêle armancên xwe yên belavkirina çanda herêmê pêk bînin.

Stranbêj Eşref El-Esmer jî got ku kenê ew li ser rûyê xelkê çêdikin, hişt ku ew li zêdetir ji stranê hez bikin.

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zfFTVW_1y2g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>