Tevgera Talîban deriyekî din xiste bin kontrola xwe

Tevgera Talîban piştî ku gelek deriyên sînor xsitin bin kontrola xwe, deriyê sînor ê li gel Pakistanê jî xiste bin kontrola xwe.

Tevgera Talîban deriyekî din xiste bin kontrola xwe
14 tîrmeh, 2021   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Talîban îro da xuyakirin ku deriyê sînor ê sereke yê di navbera Efganistan û Pakistanê de yê bi navê Spîn Buldek Çemen yê dikeve başûrê wîlayeta Qendeharê kontrol kir.

Berpirsekî ewlehiyê yê Pakistanê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, ji Ajansa Reutersê re piştrast kiriye û ragihandiye ku çekdarên Talîban ala fermî ya Efganistanê li ser deriyê sînor aniye xwarê û ala xwe li şûna wê hildaye.

Tevgera Talîban ku roj bi roj pêş dikeve, heta niha deriyên sînor ên li gel Tacistanê, Îran û Uzbekistanê kontrol kiriye û yasaya tund a bi navê ‘Îmareta Îslamî’ ferz dike.