​​​​​​​Li Dêrazorê 8 dibistan hatin amedekirin

Komîteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê û Tîma Xebatê ya Buhar li gundewarên rojhilatê Dêrazorê amedekirina 8 dibistanan bi dawî kirin.

​​​​​​​Li Dêrazorê 8 dibistan hatin amedekirin
6 tîrmeh, 2021   13:14
DÊRAZOR

Li dibistana El-Mezrea ya bajarokê Granîc a rojhilatê Dêrazorê bi boneya bi dawîkirina amedekirina 8 dibistanan şehiyek hate lidarxistin.

Endamên Nivîsgeha Perwerdeyê ya Granic, mamoste, komeleya perwerdê ya Firatê û bi dehan zarok tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de axaftin hatin kirin, stran û şano ji aliyê komên zarokan ve hatin pêşkêşkirin.

Dibistanên ku dê di xebata de dê ji nû ve werin sererastkirin ev in: Dibistana Helewa ya  navîn, dibistana Firat a amedehî û mezraêt Granîc. Ev dibistan îro radestî aliyên têkildar hatin kirin da ku werin sererastkirin. Her wiha dê sibe dibistanên Wesil Granîc, rojhilatê Granîc, Behra rojhilat û rojava dê werin radestkirin.

Dema dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê ya herêmê, gelek dibistan hatibûn wêrankirin. Rêveberiya Sivîl xebatên sererastkirina dibistanan didomîne.

 (dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/h4XnzzMm1E4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>