​​​​​​​Koçberên li Minbicê banga vekirina dergeha Til Koçer kir

Koçberên li kampa Resim El-Exder a li Minbicê bi daxuyaniyekê banga vekirina dergehên mirovî ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî kir.

​​​​​​​Koçberên li Minbicê banga vekirina dergeha Til Koçer kir
6 tîrmeh, 2021   13:52
MINBIC

Koçberên li kampa Resim El-Exder a li rojhilatê bajarê Minbicê kom bûn û bi daxuyaiyekê banga vekirina dergehên sînor ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî kirin.

Bi navê Koçberan Mihemed Ebû Ramî daxuyanî xwend.

Koçberan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: "Ji ber şerê ku li herêmê rû dide û girtina dergehên sînor li pêşiya derbaskirina alîkariyan, li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa debarê û aborî xirab e."

Koçberan bang li tevahî rêxistinên mirovî kir ku derbarê derbaskirina alîkariyan de helwesteke cidî nîşan bidin.

Koçberan di daxuyaniyê de banga veirina hemû dergehên sînor, bi taybet dergehê Til Koçerê kir da ku alîkariyên mirovî bigihîje bi hezaran koçberên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3jM5YOlYUss" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>