Ebûd Mexso: Komxebata li dijî êrişa dagirkeriyê gaveke pîroz e

Helbestvan û nivîskar Ebûd Mexso banga piştevaniya komxebata KNK- Rojava ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Kurdistanê û hewldanên derxistina şerekî navxweyî kir û got: "Lidarxistina komxebatê gaveke pîroz e, divê tevahî hêz  berpiryartiyên xwe yên dîrokî bi cih bînin."

Ebûd Mexso: Komxebata li dijî êrişa dagirkeriyê gaveke pîroz e
6 tîrmeh, 2021   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

KNK-Rojava bi dirûşmeya "Bi yekitiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li ber şerê navxweyî bigirin" amadekariyên lidarxistina komxebateke berfireh dike ku dê di 8’ê vê mehê de dest pê bike.Tê payîn ku komîteya amadekar vexwendinê ji tevahiya partî, rêxistin, blokên siyasî yên kurdî, rewşenbîr û kesayetên welatparêz re bişîne.

Armanca sereke ya ji vê komxebatê ew e ku li dijî xeteriyên li ser gelê Kurd were sekinandin, nexasim di vê qonaxê de ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike û hewl dide di navbera kurdan de şerekî hundirîn derxe.

Helbestvan û nivîskar Ebûd Mexso kêfxweşiya xwe bi lidarxistina komxebata di bin sîwana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava de nîşan da û got: "Ev gav her çiqasî bi derengî be jî, lê ewqasî pîroz e, diviyabû ku beriya deh salan komxebatên wiha bihatana lidarxistin, ji ber ku pêwîstiya gelê Kurd bi çalakiyên neteweyî yên mîna vê heye."

Mexso diyar kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê sîwana hêzên kurdî û kurdistanî ye û amadekariyên wê yên lidarxistina komxebatekê bi armanca sekna li hemberî êrişên Tirkiyê, pir girîng e û ev xal li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker mafên gelê Kurd diçewisîne û hewl dide kurdan qir bike, niha jî êrişî Başûrê Kurdistanê dike, ji ber vê yekê divê gelê Başûr li dijî êrişên Tirkiyê serî hilde."

Ebûd Mexso da zanîn ku divê xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê yên li dijî dewleta dagirker a Tirk neyên astengkirin û got, rabûna li dijî êrişên dewleta dagirker a Tirk erka her kurdekî ye.

Mexso bal kişand ser siyasetên dewleta Tirk a dagirker û got: "Dewleta Tirk hewl dide li Kurdistanê şerekî navxweyî derxe. Lê divê em li dijî van hewldanan bisekinin, ev şer xwedî dê bandorên mezin li civakê, têkoşîn, çand, mîrateya wê bike û dê pêwîstiya civakê bi dehan sal hebe heya ku ji van bandoran rizgar bibin."

Mexso bang li hemû hêz, partî û blokên kurdî kir erka xwe ya dîrokî bi cih bînin û di bin sîwana Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de tev bigerin da ku êrişên dewleta Tirk a dagirker  têk biçin.

Helbestvan û nivîskar Ebûd Mexso di dawiyê de diyar kir  ku ew rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê piştgiriya tevahiya însiyatîf û komxebatên bi mijarên redkirina êrişên Tirkiyê û pêşîlêgirtina şerê hundirîn dikin û got, ev jî berpirsyariya her ferd, rewşenbîr û nivîskarekî ye.

(eh)

ANHA