​​​​​​​Lihevkirina nû ya Idlibê

Rûsyayê ragihand ku wê û dewleta Tirk li ser avakirina herêmekê li Idlibê ku tu hebûneke leşkerî tê de tune be, li hev kiriye. Vê mijarê û rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek pirs der barê armancên wê lihevkirinê de derxistin holê.

​​​​​​​Lihevkirina nû ya Idlibê
6 tîrmeh, 2021   04:55
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Analîz û nirxandinên li ser lihevkirina wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov a bi dewleta Tirk re ya têkildarî avakirina herêmeke bê leşker û alavên leşkerî li Idlibê, didomin.

Ruxmî ku malpera Rûsya El-Yewm destpêkê ev nûçe weşand lê dezgehên çapemeniyê diyar kir ku wergerandina axaftina Lavrov di civîna çapemeniyê ya li gel hempîşeyê wî yê Tirk Mevlut Çavuşoglu de heta radeyekê ne rast bû.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê piştre daxuyaniyek li ser tiştên ku wezîrên karên derve yên dewleta Tirk û Rûsyayê di civîna xwe ya çapemeniyê de gotûbêj kirine, weşand û got ew civîn mîna dan û standinan bû ku tê de mijarên dualî û herêmî yên di navbera her du welatan de tevî rewşa Sûriye, Azerbeycan û Lîbyayê hatin nîqaşkirin, lê dosyaya Sûriyê ya herî girîng bû.

Li gorî Wezareta Derve ya Rûsyayê, Lavrov di civînê de wiha got: "Me behsa rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parêzgeha Idlibê kir. Tevî peywirên pêkanîna protokola zêde ya lihevkirina Rûsya û Tirkiyê (peymana agirbestê) ya ku di 5'ê Adara 2020'an de ji bo muzakereya avakirina herêma bêçek li Idlibê ya 17'ê Îlona 2018'an (Peymana Soçiyê) pêk hatiye."

LIHEVKIRINÊN BERÊ YÊN RÛSYA Û DEWLETA TIRK

Îlankirina avakirina “herêma bêçek” ne nû ye, ji ber ku peymana avakirina vê herêmê di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de vedigere sala 2018'an, dema ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn lihevkirinek bi hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re ragihand da ku herêma bêçek li Idlibê li ser xeta eniyên şer ên di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên çeteyên Tirk de were avakirin.

Pûtîn û Erdogan li Soçiyê di Îlona 2018`an de gihaşt lihevkirinekê ku sînorên herêma bêçek a çaran anku Idlibê diyar dike ku di gera çaran a Astanayê de di Gulana 2017`an de li ser hatibû lihevkirin.

Li gorî lihevkirina Soçiyê wê ji 15`ê Cotmeha 2018`an ve herêma bêçek bi penahiya 15 heta 20 kîlometreyan li ser dirêjahiya eniyên şer bihatiba avakirin. Ev dihat wateya ku li dora wê herêmê kembereke bihatiba avakirin ku hêzên leşkerî çi yên hikumeta Şamê yan jî çeteyên dewleta Tirk lê tune bin.

Ruxmî wê jî tiştek pêk nehat, hêzên hikumeta Şamê herêmên fireh ên lihevkirina Soçiyê kontrol kirin ku di nav de Idlib bi giştî û beşên rojava û başûrê gundewarên Helebê, bakur rojavayê Hemayê û rojhilatê Lazîqiyeyê hene.

Hêzên hikumeta Şamê bi piştgiriya hawayî ya Rûsyayê dest bi operasyonên qonaxî kir ku di encamê de çeteyên dewleta Tirk herêmên başûr û rojhilatê Idlibê winda kirin. Her wiha beşên rojava û başûrê gundewarê Helebê û bakurê gundewarê Hemayê kontrol kirin. Li hemberî wê jî dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya lihevkirinên berê yên li gel Rûsyayê de êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Piştî wê her du alî gihaştin lihevkirineke din ew jî protokola lihevkirina agirbestê ye ku di Adara 2020`an de di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de hatiye îmzekirin ku girêdayî lihevkirina Soçiyê ye.

Lihevkirin ji 3 bendan pêk tê, agirbest, avakirina korîdoreke aram bi kûrahiya 6 kîlometreyan ji bakur û heman kûrahî ji başûrê wê li seranserî rêya navneteweyî M4 ya di Heleb-Lazîqiye de ku beşek jê di nava Idlibê re derbas dibe were avakirin lê bi şerta ku ev korîdor bê çek be. Benda sêyemîn jî girêdayî meşandina dewriyeyên hevbeş ên Rûsya û dewleta Tirk da ku rêya M4 mîna berê li pêşiya tevgera bazirganî were vekirin.

Ruxmî wê jî mijarên girêdayî mirovî pêk nehatin ku Rûsya û dewleta Tirk her tim di îmzekirina lihevkirinan de behsa wê dikirin. Hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê rêya M5 bi giştî kontrol kir û piştre rêya M4.

LIHEVKIRINÊN JI BO BERJEWENDIYÊN HER DU ALIYAN

Girêdayî vê yekê muxalifê sûrî û endamê Komîteya Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn got: “Ev lihevkirin tenê berjewendiyên Rûsya û dewleta Tirk pêk anîn û her tim li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê ne.”

Rehmûn wiha berdewam kir: “Ger em lihevkirinên vekişîna ji Helebê û radestkirina wê ji hikumeta Şamê re li beramberî dayîna hinek tawîzan ji bo tirkan, dagirkirina Efrînê bi hevkariya Rûsya ya bi Tirkan re û lihevkirinên di navbera Rûsya û dewleta Tirk di ber çavan re derbas bikin, wê xuya bibe ku ev lihevkirin li ser hesabê gelê Sûriyê. Her wiha dagirkirina axa Sûriyê û ferzkirina hegemonyaya Tirkan."

Analîzvanê siyasî û rojnamevanê sûrî Malik El-Hefiz jî nêrîna xwe der barê vê mijar de wiha rave kir: “Herêma bêçek di bingehê de bendeke lihevkirina Moskovê ya Adara 2020`an bû. Lê girêdayî M4`ê bû. Daxuyaniyên nû yên têkildarî herêma bêçek dihêle ku mirov bi baldarî dateyên vê lihevkirinê bişopîne gelo dê li ser herêmeke ji sala par firehtir were ferzkirin an na. Lihevkirinên din jî ruxmî ku hinek bendên wê temam nebûne lê berdewam in. Rûsya dixwaze van lihevkirinan bi kar bîne da ku hebûna xwe ya li Sûriyê xurtir bike û dixwaze xwe nêzî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bike.”

JI NÛ VE BI CIH KIRIN

Tevî wê jî civîna her du aliyan di vê demê de, gotubêjkirina rewşa Sûriyê bi taybet Idlib û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwe re gelek pirsan girêdayî  armancên vê hevdîtinê, nîqaş û encamên wê derdixin pêş?

Rehmûn di vî warî de got: “Ev lihevkirina berhema gerekê ye ku mirov dikare di pêşerojê de bi gera Dohayê bi nav bike. Lihevkirina Rûsya-dewleta Tirk a têkildarî Idlibê ya li gel hikumeta Şamê, vê yekê nîşan dide ku hêzên Rûsya û dewleta Tirk hêzên xwe li wê herêmê ji nû ve bicih dikin. Teqez wê encamên din jî di pêşerojê de bi xwe re bîne. Di nav de dibe ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk bi çavdêriya Rûsyayê li hev bikin.”

BIKARANÎNA RÛSYAYÊ

Têkildarî armanca  Rûsyayê, El-Hafiz got: "Ev daxuyaniya Rûsyayê xwedî gelek astan e ku Moskov hewl dide di dema pêş de vê dosyayê bi awayekî guncaw sûdê jê bigire. Li aliyekî din dixwaze bi dewleta Tirk re dosyaya hêzên terorîst ên li wir û çawa hebûna wan bi dawî bike veke. Aktîvkirina herêma bêçek wê were wateya ku çi sînorên vê herêmê hebin, divê rêxistinên terorîst tê de tune be, ev jî tê wê wateyê ku dewleta Tirk razî ye ku vê dosyayê temam bike yan jî dê li herêma bêçek tu pêşketin çênebe."

El-Hafiz wiha domand: “Bi vî awayî Rûsya dewleta Tirk vegerand lihevkirinên xwe yên dualî. Li aliyekî din ji DYA`yê re xuya kir ku ew di pêvajoya demkî de cidî ye ku pê re nakokiya leşkerî bi dawî dike û gaveke din ber bi Washingtonê davêje da ku baweriyê pê re ava bike. Ev jî dihêle lihevkirineke rûsî-amerîkî ji ya rûsî-tirkî mezintir pêk were.”

Li ser ihtîmala serkeftina van peymanan Rehmûn wiha got: "Ev lihevkirin wê berdewam nebe û tu encamên pratîk û erênî û berdewamî tune ne. Ji dema lihevkirinên Astanayê yên pêk hatine, nuqteyên çavdêr, ji nû ve bicihkirina hêzên dewleta Tirk hemû jî tu bandor nekir ku şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk û hikumeta Şamê û Rûsyayê de rawestîne. Topbaraneke dijwar li dijî Idlibê heye, ev tê wateya ku tu bawerbarî bi hêzên garantor ne Rûsya û ne jî dewleta Tirk tune ye. Ev hemû jî li ser hesabê gelê Sûriyê û xwîna wî pêk tên.”

Rehmûn diyar kir ku tu hêvî di mîna van lihevkirinan de tune ye hêviya yekane ya ferzkirina çareseriya siyasî bi dabîna Meclisa Ewlehiyê ya NY û civaka navneteweyî ya li gorî biryar 2245 ne.

Malik El-Hafiz jî destnîşan kir ku serkeftina lihevkirinê bi karîna Rûsya û dewleta Tirk ve girêdayî ye ku bigihêjin lihevkirinekê li ser bingeha hevbeşiyê ne dijberiyê.

GELO LIHEVKIRIN HEYE LÊ NA? ÇARENÛSA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ÇI YE?

Guman ji lihevkirinên berê hene bi taybet ku di encamê de Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin hedefgirtin.

Rehmûn ev nirxandin kir: “Dibe ku dorpêçkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanceke van lihevkirinan be. Ev tiştekî asayî ye. Me ev yek di koordîneya navbera Rûsya û dewleta Tirk de dît dema êrişî Eyn Îsayê kirin û hewl dan wê kontrol bikin. Li rex wê gelek tevgerên provokatîf ji aliyê hikumeta Şamê ve bi desteka Rûsyayê li vê herêmê derketin pêş.”

Rehmûn da xuyakirin ku ev hemû encama hewldan û lihevkirina di navbera Rûsya û dewleta Tirk de ye ku Rêveberiya Xweser tengav bikin. Ji ber ku ev rêveberî li şûna hikumeta Şamê alternatîv e û berjewendiyên gelê Sûriyê yên azadiyê û rûmetê peyda dike ku gelek alî naxwazin rêveberiya demokratîk li Sûriyê û li şûna pergalên dîktatroî yên li herêmê pêk were.

Rehmû di dawiyê de got: “Ji ber wê dewleta Tirk li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê û azadiya wî û heta li dijî her herêmeke sûrî ye ku pergala demokrasiyê lê pêk tê û jiyana birûmet û azad ji gelê Sûriyê re peyda dike."

Rojnamevan û analîzvanê siyasî yê ji Sûriyê Malik El-Hafiz ya der barê vê yekê got: “Rêveberiya Biden di nerîna xwe ya li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar e. Wê hebûna xwe ya li Sûriyê biparêze heta bigihêje astekê ku nehêle lihevkirin di navbera Rûsya û dewleta Tirk de çêbibin. Rêveberiya heyî ji rêveberiya Trump cuda ye û heta rewşa niha jî cuda ye wê di guhertina pîvanên hêzan de yan jî teşeya hegemonya li herêmên Sûriyê nebe alîkar.”

El-Hafiz di dawiyê de got: "Lihevkirin bi qasî ku ji aliyê siyasî ve hem ji bo Rûsan hem jî ji bo Tirkên ku dixwazin rola xwe ya li Sûriyê nû bikin û ragihînin Washingtonê bi sûde, lê nikare peymanekê hilberîne."

(şx)

ANHA