Şaredariya Gel a Qamişloyê budceya sala 2021`an eşkere kir

Şaredariya Gel a Qamişloyê plansaziya xwe ya ji bo îsal û budceya şaredariyên gel ên navçe û gundên Qamişloyê ku digihêje 340 hezar dolarî ragihand.

Şaredariya Gel a Qamişloyê budceya sala 2021`an eşkere kir
5 tîrmeh, 2021   11:55
QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Qamişloyê budceya ya projeyên xizmetguzariyê eşkere kir ku tê payîn sala 2021`an de pêk bîne. Hevseroka Şaredariya Gel Cîhan Yusif û cîgirê hevserokatiyê Nûrî Îbrahîm rapora budceya şaredariyê li navenda şaredariyê ya Qamişloyê di civîneke çapemeniyê de xwend.

Budce wiha ye:

Ji bo pêkanîna projeyên ku tê payîn di 2021`an de pêk werin, budceya giştî 340 hezar dolar e jê 20 hezar dolar ji bo Şaredariya Gel a Girbawî, 20 hezar dolar ji bo Şaredariya Gel a El-Tenûriye, 20 hezar dolar a Gerînendetiya Avê û 280 hezar Dolar ji bo Şaredariya Gel a Qamişloyê hat veqetandin.

Cureyên projeyê;

Li mizgefata Heqî ya taxa Qidûrbeg, rojavayê El-Elwe Cimayê, taxa Xerbî Komîna Şehîd Leheng, Şehîd Gulê, Şehîd Basil, Şehîd Şivan a taxa Cûdî, taxa Hîlêliyê komîna Şehîd Serhed, Hacî, Diyar, Şoreş, Xebat, Orhan, Hebûn, Xelîl, taxa Helko komîna Şehîd Qendîl, Yehya El-Kurdî, gundê Um El-Fursan komîna Şehîd Rênas xebatên kanalîzasyonê dê werin meşandin.

Li taxa Xerbî Komîna Şehîd Esmehan, Rûke, Şehîd Berxwedan û Leheng, li taxa Helko Komîna Şehîd Qendîl, Gerzan, Yehya El-Kurdî, li taxa Kornîş komîna Şehîd Adil û komîna Şehîd Delîl, li taxa Hîlaliye, Cudî, Cimaya, Cirnik, Stasyona Kevin, Elaya, Meyselûn, Zeytûne, Mihmeqiye, Qidûrbeg, Nimetlî û Um El-Fursan, dê kolan û rê bi xebatên keviran werin dagirtin.

Li hemû bajarê Qamişloyê wê xebatên bicihkirina ragaran, sererastkirina rêya, ziftkirin ji sûka sêşemê heta kembera bakur, ji çerxerêya Osman Sebrî heta çerxerêya Stasyona Lezgîn Arif, ji kamberê heta Stasyona Lezgîn Arif û çerxerêya Helko dê werin meşandin.

Her wiha dê xebatên sererastkirina navînên kembera bajêr, siyashî, kolana Borseîd, kolana Cemîle Bû Hêrid, her 4 kolan, pêk werin û dê xebatên ronîkirina gelek parkan û sererastkirina toreya giştî ya avê werin meşandin.

Şaredariya Girbawî dê rêya Kersûr-Nîf, rêya Girbawî-El-Kîta, rêya Til Şemis-Bawei, zift bike û dê rêya Qîzê Delalê-Recim û Mela Sebat-navneteweyî sererast bike.

Şaredariya El-Tenûriye dê rêyên Tenûriyê ya nû, rêya Tenûriye- Dekşûrî bi bermahiyan û kevirê şikandî sererast bike.

(şx)

ANHA