Bûyera li Hesekê derbkirina qanûn û rêgezên mafên jinan e

Li Kobanê û Dêrazorê derbarê kuştina zaroka 13 salî de li kantona Hesekê daxuyaniyên cuda hatin dayîn, tê de hate destnîşankirin ku bûyera rû daye derbkirina hemû qanûn, urf û rêgezên mafên jinan e.

Bûyera li Hesekê derbkirina qanûn û rêgezên mafên jinan e
5 tîrmeh, 2021   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên jin û şênaiyan li dijî kuştina zaroka bi navê Eyde El-Seîdo bi rêya çalakiyên cuda dewam dikin.

KOBNAÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9okops0jY6w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Tevgera Civaka Demokratîk a herêma Firatê têkildarî mijarê li Qada Jina Azad bi amadebûna bi dehan jinan daxuyaniyek da. Endama rêveberiya nivîsgeha jinan a TEV-DEM`ê Medya Mistefa Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di civakên me de hîna jin rastî gelek pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî û derûnî tên. Ev rewş dihêle ku jin rastî zilm, paşguhkirin, paşketin û bêparhiştina ji mafên xwe bên.”

Her wiha hate destnîşankirin ku bûyera li Hesekê rû daye binpêkirina hemû qanûn, urf û rêgezên mafên jinan e.

Daxuyaniyê îşaret bi wê yekê kir ku kuştina bi bihaneya şerefê, li gorî qanûna jinan sûcekî madî, manewî û qanûnî ye û sûcdar li gorî cezayên di qanûnê de hatine bibîrxistin tên cezakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de sûcê kuştina komî hate şermezarkirin û bang li aliyên peywendîdar hate kirin ku kujeran ceza bike.

MECLISA EDALETÊ YA JINAN

Meclisa Edaletê ya Jinan jî der barê heman mijarê de daxuyaniyek da. Endama meclise Pêrîhan Mislim daxuyanî li Akademiya Şehîd Şîlan a li bajarê Kobanê xwend.

Perîhan destnîşan kir ku kuştina jinan di bin navê şerefe de, ji xirabtirîn cureyên tundiya li dijî jinan e û got ku ev tundî encama çanda cudakariyê ya di navbera jin û mêran de ye.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev sûc sûcekî der heqê nifşên bê de ye jî, ji ber ku bandorên derûnî û civakî li malbatê dike û li pêşiya pêşketina civakê dibe asteng.

Di dawiya daxuyaniyê de hate teqezkirin ku divê sûcdar radestî edaletê bên kirin û li gorî qanûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bên cezakirin.

NAVÇEYA SIRÎN

Meclisa Edaletê ya navçeya Sirînê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê berdevka meclise Felek Yûsif ve li navenda çandê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku jin dê têbikoşe da ku li dijî zihniyeta baviksalar rizgar bibin û hate gotin: “Em ê ber bi azadiya jin û gelan ve biçin. Em qetilkirina jin û zarokan qebûl nakin. Ev zihniyet ji zihiniyeta DAIŞ'ê ne cuda ye.”

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku ji van urf û adetan rizgar bibin. Her wiha bang li sazî û aliyên peywendîdar hate kirin hesab ji sûcdaran bixwazin û cezayên giran li wan ferz bikin.

DÊRAZOR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-6abcE1rvn0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Di heman derbarê de Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê kuştina zaroka bi navê Eyde şermezar kir û xwest ku sûcker bên muhasebekirin ji ber ku ev doz bû doza raya giştî.

(cx, dm)

ANHA