Li Nemsayê nûnertiya MSD`ê hate vekirin

Duh li paytexta Nemsa Viyenayê bi beşdariya nûnerên partî û hêzên siyasî yên sûrî, nûnertiya MSD`ê hate vekirin.

Li Nemsayê nûnertiya MSD`ê hate vekirin
5 tîrmeh, 2021   10:54
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerên Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê, Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê, Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyê, Partiya Gel, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), nûnerê Tîma Rojava-Viyena û seroka Meclisa Komele ya Kurd li Viyena beşdarî merasima vekirinê bûn.

Di merasimê de, Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar li ser çalakî, panel û xebatên ku dê nûnertiya wan pê rabe axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku gelê Sûriyê yê li wir hev nas bikin, nêz hev bibin û pirsgirêkên xwe di navbera xwe de çareser bikin, her wiha li çareseriyên pirsgirêka Sûriyê bigerin. Derar îşaret bi rola nûneriya MSD`ê di çalakiyên siyasî û parlamantoyê li Nemsa û Ewropayê kir.

(cx)

ANHA