Jinan bi daxuyaniyên cûda banga bidawîkirina sûcên li dijî jinan kir

Jinên li bajarên Minbic, Heleb û navçeya Tirbespiyê xwestin kujerên Eyde El-Seîdo bên cezakirin û teqez kir ku ew ê li hemberî destdirêjî û zilma li ser jinan bêdeng nemînin.

Jinan bi daxuyaniyên cûda banga bidawîkirina sûcên li dijî jinan kir
Jinan bi daxuyaniyên cûda banga bidawîkirina sûcên li dijî jinan kir
Jinan bi daxuyaniyên cûda banga bidawîkirina sûcên li dijî jinan kir
5 tîrmeh, 2021   10:32
 NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê û Kongreya Star li Heleb û Tirbespiyê bi daxuyaniyên cuda kuştina zaroka bi navê Eyde El-Seîdo li kantona Hesekê ya herêma Cizîrê, şermezar kir.

MINBIC

Yekitiya Jinên Ciwan li yarîgeha Sudasî ya li navarasta bajarê Minbicê bi amadebûna endamên saziyên jinan, daxuyanî da.

Endama rêveberiya yekitiya Jinên Ciwan Semer Hezûrî daxuyanî xwend û tê de sûcên li dijî jinan û kuştina zaroka li Hesekê şermezar kir.

Semer bang li rêxistinên mirovî û mafên zarokan û jinan kir ku li hemberî van kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê bisekinin û destwerdanê bikin û hesab ji kujerên Eyde bixwazin.

Semer wiha dewam kir: “Eyde El-Seîdo ji ber zihniyeta baviksalar û urf û adetên ku kapîtalîzmê li dijî civakê bi giştî û li dijî jinan bi taybetî çandiye, hate qetilkirin.”

Semer di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev sûcên li dijî jinan, hemû mafên mirovan dikin hedef.

HELEB

Di heman çarçoveyê de, Kongreya Star li pêşiya komîna şehîd Gulê Selmo ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi beşdariya bi dehan jinan, daxuyaniyek da raya giştî.

Endamên Kongreya Star Zeyneb Elî û Şerîvan Mihemed daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em kuştina zaroka 13 salî ku hîna negihaştibû qonaxa têgihaştinê, bi awayekî hov û dûrî mirovahiyê, şermezar dikin.

Sûcekî din di bin navê şerefê de pêk hat. Ji ber ku Eyde zewicandina bi darê zorê ji kur apê xwe re red kir, malbat û xizmên wê ew kuştin. Pêkanîna vî sûcî di bin navê şerefê de, behaneyeke kuştinê ya hovane ye. Ev sûc paşketin û rûxîneriyê nîşan dide.

Li hemberî van sûcan mirovahî û wîjand li ku ne? Armanca vî sûcî belavkirina tirsê di nava jinan de ye da ku nehêlin ew mafên xwe bixwazin.

Wekî Kongreya Star em êrişên li dijî jinan bi tu awayî qebûl nakin. Em nasekinin heta ku hesab ji sûcdaran tê xwestin. Em careke din piştrast dikin ku em ê li hemberî van destdirêjî û zilma li ser jinan bisekinin. Ji ber ku tundiya li dijî jinan, tundiya li dijî civakê ye.

Em bang li hemû jinên cîhanê û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku tev li qadên têkoşînê bibin û li hemberî vê tundiyê bisekinin.”

QAMIŞLO

Li navçeya Tirbespiyê jî, Kongreya Star bi tevlêbûna bi dehan jinan daxuyaniyek da. Endama Kongreya Star Şerîfe Mihemed li pêşiya navenda Kongreya Star a li rojhilatê navçeyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji destpêka damezirandina Kongreya Star ve armanc dike ku jinan bi rêxistin bike û destkeftiyên wan biparêze û wiha dewam kir: “Heta niha jin li ser destên hevjîn, bav û birayên xwe rastî kuştin, lêdan, îşkence, biçûkxistin û tecawizê tên. Her wiha jin bi darê zorê tên zewicandin û pirjinî çêdibe. Her wiha heta niha bazar li ser laşên jinan tê kirin û wekî milk tên firotin. Ev yek ji ber zihniyeta baviksalar e ku azadiya jinan dike hedef.”

Di dawiya daxuyaniyê de îşaret bi girîngiya hesabxwestin û cezakirina kujer û sûcdaran hate kirin. Her wiha bang li jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû rêxistinên jinan hate kirin ku sînorekî ji binpêkirinên li dijî jinan re deynin.

(cx)

ANHA