KNK-Rojava dê li dijî şerê hundirîn û êrişên dagirkeriyê komxebateke berfireh li dar bixe

KNK-Rojava li dijî şerê hundirîn û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk amadekariya komxebateke berfireh dike.

KNK-Rojava dê li dijî şerê hundirîn û êrişên dagirkeriyê komxebateke berfireh li dar bixe
5 tîrmeh, 2021   04:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava (KNK-Rojava) Merwan Hesen wiha got: "KNK-Rojava amadekariyên lidarxistina komxebateke berfireh dike ku dê di 8’ê vê mehê de dest pê bike. Di komxebatê de dê du mijarên sereke werin nîqaşkirin; xeteriyên êrişên dewleta Tirk li ser gelê Kurd û pêwîstiya yekitiya Kurdî."

Hesen wiha domand: "Li hember gelê Kurd xeteriyên pir kûr hene. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirin û qirkirinê êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike, ji wê zêdetir jî hewl dide şerekî hundirîn derxe."

Endamê komîteya amadekar a komxebatê, Merwan Hesen destnîşan kir ku komxebat bi dirûşma" Bi yekitiya neteweyî em ê dagirkeriyê têk bibin û rê li ber şerê navxweyî bigirin" Li dar dikeve.

Hesen da zanîn ku şerê hundirîn şerê karesat û wêrankirinê ye û divê rê li ber vî şerî were girtin û wiha lê zêde kir: "Bandora şerên hundirîn mezin e û ew bandor yekser li civakê dibe û bi salan dimîne."

Merwan Hesen di dawiyê de got dê komîteya amadekar vexwendnameyan ji tevahî partiyên Kurd ên li Rojava û rêxistinên ciwan û jinan, saziyên civaka sivîl, oldar û hin kesayetan re bişînin ku beşdarî komxebatê bibin.

(fr)

ANHA