QSD'ê dewreyek fermandarên leşkerî bi dawî kir

Akademiya şehîd Lorens perwerdeya çaremîn a fermandarên QSD'ê ku 56 fermandar ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlê bûbûn, bi merasîmekê bi dawî kir.

QSD'ê dewreyek fermandarên leşkerî bi dawî kir
QSD'ê dewreyek fermandarên leşkerî bi dawî kir
QSD'ê dewreyek fermandarên leşkerî bi dawî kir
QSD'ê dewreyek fermandarên leşkerî bi dawî kir
QSD'ê dewreyek fermandarên leşkerî bi dawî kir
QSD'ê dewreyek fermandarên leşkerî bi dawî kir
QSD'ê dewreyek fermandarên leşkerî bi dawî kir
QSD'ê dewreyek fermandarên leşkerî bi dawî kir
30 hezîran, 2021   13:16
QAMIŞLO

Bi armanca xurtkirina pergala parastinê ya şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD), akademiya şehîd Lorens perwerdeyek fermandarên QSD'ê ku 3 mehan dirêj kir û tê de waneyên siyasî, leşkerî û bîrdozî hat dayîn, bi dawî kir.

Dewreya ku li ser navê şehîdê YPG`ê Ziyab Rimêlan hat vekirin, 56 fermandar ji deverên cuda ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li dewreyê bûn.

Fermandar û şervanên QSD'ê û malbatên Şehîd Ziyab Rimêlan beşdarî merasîmê bûn. Bi navê QSD'ê Zinarîn Qamişlo axivî û got:" Em wek QSD'ê îro ji gelên bindest û têkoşerên li ser rêya rêber Abdullah Ocalan re hêvî ne.

Zinarîn destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ne ku fermandarên wan dê erka xwe di parastina welat de pêk bînin û bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir.

Di dawiya merasîmê de fermandaran sond xwarin û soza parastina ax û welat dan.

Hêjayî gotinê ku Ziyab Rimêlan di sala 2013'an di şerê li dijî Cebhat El-Nusra de şehîd bû.

(dm)

ANHA