‘Dewleta Tirk hewl dide tevgera siyasî ya jinan asteng bike’

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya li Dêrezorê, bi daxuyaniyekê qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi sûcên xwe dixwaze tevgera siyasî û leşkerî ya jinan asteng bike.

‘Dewleta Tirk hewl dide tevgera siyasî ya jinan asteng bike’
30 hezîran, 2021   13:20
DÊRAZOR

Endama Partiya Sûriya Pêşerojê, Ayşe Mesûd daxuyanî li navenda Meclisa Sivîl a li navçeya El-Kesra ya gundewarên rojavayê Dêrezorê xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de, binpêkirin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedar û şervanên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat domandin: "Gelek jin bi hovîtî û tundî hatin kuştin, weke jinên Efrînê ku rastî kuştin, destdirêjî û koçberkirinê hatin. Her wiha sekretera giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê keça Dêrikê Hevrîn Xelef ku dixwest hemû gelên Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî û Çerkez bike yek da ku gelan û yekîtiya herêmên Sûriyê bike yek û xwest jinan di warê siyasî, civakî û çandî de bi pêş bixe."

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew weke jin tundî û destdirêjiya tu welatan an aliyekê qebûl nakin û bi taybet dewleta Tirk.

Di dawiya daxuyaniyê de, bang li jinan hate kirin ku li dijî hemû hewldanên têkbirina vîna jinan têkoşîn û berxwedanê geş bikin.

)dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/klm2Ss2SQUo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>