Şaredariya Til Temirê: Divê stasyona Elok dûrî şerê leşkerî were xistin

Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê bang li civaka navneteweyî, hêzên çalak, rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku stasyona Elok dûrî şerê leşkerî were xistin û radestî hêzên navneteweyî were kirin, ji ber ku dewlata Tirk wê wek çekekê li dijî gelê herêmê bi kar tîne.

Şaredariya Til Temirê: Divê stasyona Elok dûrî şerê leşkerî were xistin
30 hezîran, 2021   12:33
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker avê wek kaxezeke zextê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne, ava vexwarinê li ser zêdetirî 1,5 milyon kes li bajarê Hesekê, navçeya Til Temir û derdora wê qut dike. Ev yek jî dikeve nava sûcên şer. Ji ber dewleta Tirk saziyên xizmetguzariyê wek çekekê li dijî gelên herêmê bi kar tîne. Lê li hember vê yekê jî civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî bê deng in.

Têkildarî mijarê Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî kir ku yekser destwerdanê bike da ku stasyonê dûrî şer bixe û radestî hêzên navneteweyî bike.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a navçeya Til Temir ji aliyê cîgirê hevserokatiya şaredariyê Mihemed Baqî Kûto ve hate xwendin. Endamên şaredariyê beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku zêdetirî 15 caran ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê avê ji çavkaniya sereke ku stasyona Elok li bajarê Serêkaniyê yê  dagirkirî ye qut dike û ji ber wê jî zêdetirî 1,5 milyon kes li kantona Hesekê bê av mane û ev ne li gorî pîvan û nirxên mirovahiyê ye.

Her wiha hate destnîşankirin ku li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî bikaranîna sazî û navendên xizmetê di şerê leşkerî de sûcekekî şer e û pîvanên navneteweyî binpê dike.

Di daxuyaniyê de sûc û binpêkirinên rojane ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tînin, her wiha bêdengiya navneteweyî hate şermezarkirin.

Şaredariya gel a navçeya Til Temirê di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî, hêzên çalak li herêmê, hêzên Koalisyona Navneteweyî, hêzên Rûsyayê ku ji hêzên garantor kir ku binpêkirinên dewleta Tirk bisekinînin û stasyona Elok dûrî şerên leşkerî û siyasî bixin û wiha got: "Divê av wek kaxezeke zextê li dijî niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neyê bikaranîn û divê stasyona Elok radestî hêzên navneteweyî were kirin, ji ber dewleta Tirk wê wek çekekê li dijî zêdetirî 1,5 milyon kesan bi kar tîne."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RS4a9yISOP0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>