'Ramana rêbertî ji aloziyên li Rojhilata Navîn re çareseriya yekane ye'

Akademisyenan diyar kir ku armanca ferzkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan rêgirtina li pêşiya belavbûna fikirên demokratîk e û destnîşan kir ku ramanê Ocalan ji aloziyên li Rojhilata Navîn re çareseriya yekane ye.

'Ramana rêbertî ji aloziyên li Rojhilata Navîn re çareseriya yekane ye'
30 hezîran, 2021   11:31
HESEKÊ

Dewleta Tirk tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û pinpêkirinên qanûnên navneteweyî didomîne. Aliyên siyasî, civakî û akademisyen bang li civaka navneteweyî dikin ku ji bêdengiya xwe derkeve û edaletû qanûnên navneteweyî yên girêdayì girtîgehan pêk bînin.

Endama rêveber a Akademiya Ocalan, Edalet Omer got tecrîd beşek ji stratejiya dewleta Tirk a qirkirina Kurdan e û wiha domand: "Ruxmî girankirina tecrîdê lê fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li tevahî cîhanê belav bûne. Rêbertî bi fikir û felsefeya xwe tecrîd şikand.”

Edalet destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn gelek plan danîn, ji ber wê dewleta Tirk ji ramanê wê ditirse û tecrîdê lê girantir dike.

Edalet ev yek lê zêde kir: "Dewleta Tirk baş dizane ku ew nikare felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji gelê Kurd qut bike. Ji lew re êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ku bi fikir û felsefeya wî ava bû û bi ser ket. Her wiha êrişên xwe li dijî Başûrê Kurdistanê zêde dike da ku vîna gelê Kurd bişkîne.”

Edalet Omer der barê destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin de wiha axivî: "Pergala Rêveberiya Xweser û şoreşa Rojava berhemên fikirên rêber Abdullah Ocalan in. Lew ra dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan vê pergalê têk bibe.”

Edale di dawiyê de piştrast kir ku hewldanên dewleta Tirk dê li hemberî fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan têk biçin û got: "Ji ber ku bi milyonan kes li cîhanê û ji hemû nasname û olan şopdarên fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan in. Heta ku rêber Abdullah Ocalan rizgar nebe gelê Kurd dê tê bikoşe û bi wî re di nava aştiyê de bijîn.”

Endamê Akdemiya Şehîd Berçem a navçeya Dirbêsiyê Ehmed Silêman got dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan hewl dide fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan sînordar bike û bixe çarçoveyeke teng. Ji ber wê êrişî Kurdistanê dike û tecrîdê girantir dike.  

Silêman wiha pê de çû: “Li bermaberî wan hewldanên dewleta Tirk, gelê Kurd û pêkhateyên din ên li Kurdistanê xwe li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin dikin. Ev fikir ji bo dozên nakok ên Rojhilata Navîn rêya herî guncaw a xilasiyê ye.”

Silêman da xuyakirin ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan li cîhanê hemû belav bûye û wek nimune li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêkanîn. Her wiha diyar kir ku ev nimuneya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan berdêla netewdewletê ye ku tenê şer û wêranî bi xwe re anî.

Silêman bal kişand ser helwestên dewletên kapîtalîst a ji vî fikirî û got: “Ev dewlet her tim şerê fikirên demokratîk dikin ku gelan bi mafên wê dide nasîn. Dewletên kapîtalîst jî vê yekê li ser xwe xetere dibînin ji ber wê şerê vî fikirî dikin.”

Silêman di dawiyê de îşaret pê kir ku gelên ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan rêya xilasiyê ji pergalên kapîtelîst dibînin divê helwesta xwe ya li hemberî tecîrdê ji civaka navneteweyî re nîşan bide û diyar bike ku ev felsefe ya gelan hemûyan e.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OciOdOkBlOY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>