Ciwanên Çilaxa li dijî dagirkeriya Tirk tev li seferberiya giştî bûn

Li navçeya Çilaxa ciwanên şoreşger piştrast kir ku ew tev li seferberiya giştî ku Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger ya li dijî dewleta Tirk a dagirekr û siyasetên PDK`ê ragihandibû, dibin.

Ciwanên Çilaxa li dijî dagirkeriya Tirk tev li seferberiya giştî bûn
28 hezîran, 2021   11:24
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li navçeya Çilaxa meşek li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê tev li meşê bûn û berdewamiya berxwedan û têkoşîna li dijî dewleta Tirk piştrast kir.

Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, ala yekitiya ciwanan û jinên ciwan hatin hildan. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla, şermezarkirina hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re di êrişên li ser Başûrê Kurdistanê de, hatin berzkirin.

Meş ji çerxerêya Şehîd Mehsûm a naveçeyê dest pê kir û li qada geracê veguherî mitîngê.

Di mitîngê de bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Çilaxa daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên tevgera ciwanan Umer El-Ebid ve hate xwendin. Di daxyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi awayekî hovane êrişî hêzên gerîla û herêmên Başûrê Kurdistanê dike, her wiha sivîlan topbaran dike.

Her wiha hate diyarkirin ku xiyaneta PDK`ê ji her kesî re ber bi çav bûye û destekdayîna wê ji dewleta Tirk re hevkariya wê di êrişên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê de, diyar dike.

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku ciwanên şoreşger tev li seferberiya giştî li dijî dewleta Tirk dibin û dê wan ji hemû xaka Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derxînin.

Di dawiyê de bang li gel Kurd hate kirin ku destekê bidin wan û tev li berxwedana dîrokî bibin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RB_a740-9iU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>