DYA’yê baregehên komên alîgirên Îranê yên li sînorê Iraq-Sûriyê bombebaran kirin

Balafirên şer ên DYA’yê gelek baregehên komên iraqî yên alîgirên Îranê li ser sînorê Sûriye-Iraqê bombebaran kirin. Di encamê de 5 kes hatin kuştin.

DYA’yê baregehên komên alîgirên Îranê yên li sînorê Iraq-Sûriyê bombebaran kirin
28 hezîran, 2021   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên DYA’yê li dijî liv û tevgerên Heşdî Şebî li herêmên sînorî û di hundirê axa Sûriyê de êriş pêk anîn. Di encamê de teqîn nêzî sînorê Sûriye -Iraqê çêbû.

Her wiha avahiyên kar û embarên çekan li du baregehên li Sûriye û yek jî li Iraqê ku komên wekî Hizbullah û Seyid Şûheda bi kar tînin, hatin bombebarankirin.

Berdevka Pentagon Cesika Maknolti di daxuyaniyeke ji tora El-Hurra de diyar kir ku her derbeyek armancên xwe pêk anîn û da zanîn ku ew niha bandorên operasyonê dinirxînin.

(dm)