YPG: Tu têkiliya me bi teqîna li Efrînê re nîne

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG'ê nûçeyên ku dibêjin yekîneyên wan li pey teqîn û rûdanên dawî  yên li Efrînê derewand û got, armanc ji van îdiyan belavkirina şerê taybet e.

YPG: Tu têkiliya me bi teqîna li Efrînê re nîne
26 hezîran, 2021   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihand û Çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser mijarê daxuyaniyek li ser rûpela xwe  ya twîtterê parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Tu têkiliya hêzên me bi teqîn û rûdanên dawî yên li Efrînê re nîn e. Derew û îdiayên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên belavkirin bi armanca şerê taybet tên belavkirin. Hêzên me li wê herêma navborî nîn in"