Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El-Firêc oxir kir

Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Feysel El-Firêc li Goristana Şehîdan spartin axê.

Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El-Firêc oxir kir
Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El-Firêc oxir kir
Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El-Firêc oxir kir
Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El-Firêc oxir kir
Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El-Firêc oxir kir
Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El-Firêc oxir kir
Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El-Firêc oxir kir
Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El-Firêc oxir kir
Şêniyên Minbicê şehîd Feysel El-Firêc oxir kir
26 hezîran, 2021   16:41
MINBIC

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Feysel El-Firêc duh di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundên li beramberî eniyên Minbicê de şehîd bû.

Bi deha şêniyên Minbicê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Feysel El-Firêc li Goristana Şehîdan spart axê.

Şêniyan cenaze ji pêşiya nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a li başûrê bajar ve çûn.

/ar/uploads/files/2021/06/26/161110_shrfan-drwysh.webp

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin û bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê dest pê kir. Piştre Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û got: "Armanc û fedekariyên van şehîdan diyar in, tu kes nikare wateyên din bide fedekariyên wan. Dijmin naxwaze em bi aramî bijîn û bi hemû rêgazan hewl didin bighêjin armancên xwe."

/ar/uploads/files/2021/06/26/161159_mhmd-alshykh.webp

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endamê meclisê Mihemed El-Şêx jî got: "Em li vir sekinîne û di çavên me de rûndik hene. Şehîd ew in ku li hemberî komplogeran sekinîn û bedena xwe ji bo me kirin pira ber bi ewlehiyê ve."

/ar/uploads/files/2021/06/26/161129_aly-aljmyly.webp

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê, hevserokê Komîteya Kar û Barên Olî Elî El-Cemîlî soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Em hêz û rûmeta xwe ji şehîdan digirin."

/ar/uploads/files/2021/06/26/161049_jmylh-abrahym.webp

Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cemîla Îbrahîm nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê cenazeyê hevalê xwe yê şehîd di nava diruşme û tilîliyên dayikan spatin axê.

ANHA