​​​​​​​‘Îtîlaf bûye amûra pêkanîna armancên dagirkeriyê yên dewleta Tirk’

Rêveberiya Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat a Sûriyê şaxê Minbicê Mune El-Mixlif got Îtîlafê xwe spartiye dewleta Tirk û ev yek bû sedem ku şoreş ji wateya wê ya rastîn dûr bikeve û piştrast kir ku dewleta Tirk bi rêya Îtîlafê dagirkirina axa Sûriyê rewa dike.

​​​​​​​‘Îtîlaf bûye amûra pêkanîna armancên dagirkeriyê yên dewleta Tirk’
26 hezîran, 2021   23:38
MINBIC

‘Îtîlafa Wetenî ya Sûriyê’ di destê dewleta Tirk bûye amûreke ku ajandeyên wê yên li Sûriyê pêk tîne, ji dagirkirina herêmê bigire heta bigihêje guhertina demografîk, koçberkirin û tirkkirina herêmê.

Endamên Îtîlafê li ser hesabê gelê Sûriyê hewl didin berjewendiyên xwe yên şexsî pêk bînin. Ji bo wê bazaran li ser axa Sûriyê dikin û bang li dewleta Tirk dikin ku mudaxele li kar û barên Sûriyê bike. 

Der barê mijarê de endama Rêveberiya Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat a Sûriyê şaxê Minbicê Mune El-Mixlif got: “Bûyerên li Sûriyê rû dane ji destpêkê ve serhildaneke gel bû ku dixwazin hinek guhertinan pêk bînin. Lê bi lez di encama mudaxeleyên hêzên derve û yên herêmî de veguherî serhildaneke çekdarî. Îtîlafa Wetenî jî ya ku şoreşa Sûriyê temsîl kir, pişta xwe da hêzên herêmî, di serî de dewleta Tirk.”

Mune wiha domand: “Ji ber wê dewleta Tirk şoreş ji wateya wê ya rastîn dûr xist û êdî bû şoreşa çeteyan. Bi rêya Îtîlafê jî dewleta Tirk dagirkirina axa Sûriyê bi hinceta piştgiriya Artêşa Azad û Îtîlafê rewa kir.”

Mune da xuyakirin ku dewleta Tirk bi rêya wan çeteyan dagirkirina xaka Sûriyê rewa dike, demografiya wê diguherîne, şêniyên wê yên resen dide koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih dike.

Muxa El-Mixlif kiryarên Îtîlafê yên li hemberî gelê Sûriyê şermezar kirin û bang kir ku hemû hêzên biyanî û herêmî yên li Sûriyê derkevin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Aloziya Sûriyê tenê bi rêya aliyên sûrî û li ser masaya diyalogê çareser dibe ku hêviyên gelê Sûriyê yên yekitiyê, azadiyê û demokrasiyê pêk tîne.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OtYUdEqLyPQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>