Desteyên kar û barên civakî û ciwanan banga projeyên li dijî hişbirê kir

Desteya Kar û Barên Civakî û Ciwan û Werzîşê bang li rêxistinên pêwendîdar kir ku projeyan pêşkêş bikin da ku xebatên li dijî bikaranîn û bazirganiya hişbirê werin astengkirin.

Desteyên kar û barên civakî û ciwanan banga projeyên li dijî hişbirê kir
26 hezîran, 2021   12:33
ŞEHBA

26`ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Bikaranîn û Bazirganiya Hişbirê ye. Bi dirûşma “Madeyên hişbirê dûrketina kesayetê û hedefgirtina civakbûnê ye" bi dehan lîstikvanên futbolê li yarîgeha gundê Babenis ê navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endamê Desteya Kar û Barên Civakî Egîd Xelîl û lîstikvana tîma Kampa Berxwedan Sîdar Hemo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de behsa bikaranîna madeyên hişbir hate kirin û hate gotin, bikaranîna wan pirsgirêkeke xeternak di nava civakê de ye, ji ber wê nifşên ciwan ku bingeha civakê ne û civak bi wan radibe, hildiweşin. Her wiha hate gotin, cîhan û rêxistinên pêwendîdar di vê mijarê de piştrast dikin ku madeyên hişbir diyardeyeke xeternak in û nexasim xetereyê li ser nifşên ciwan çêdike, her wiha nexweşiyên giran jî çêdike.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistin û saziyên têkildar hate kirin ku projeyan pêşkêş bikin da ku vê diyardeyê tune bikin.

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/T6d0BvqB5vs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>