Li bakurê Hewlêrê 3 balafirên bêmirov hatin xistin

Îro 3 balafirên bêmirov li bakurê Hewlêrê û çend kîlometreyan nêzî konsolxaneya Amerîkayê ya Başûrê Kurdistanê, hatin xistin.

Li bakurê Hewlêrê 3 balafirên bêmirov hatin xistin
26 hezîran, 2021   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav diyar kir ku îro di saetên sibê de balafireke bêmirov ya bombebarkirî li gundê Birax ê bakurê Hewlêrê û du heb jî li gundê Komasiban hatin xistin.

Her wiha destnîşan kir ku her du gund 3 kîlometreyan dûrî avahiya nû ya konsolxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê ne.

Omîd Xoşnav destnîşan kir ku yek ji balafiran li daristana gundê Birax hate xistin û di encama wê de zirar gihaşt mala welatiyekî bêyî ku tu ziyanên mirovî çêbin.

(bx)