Hunermendên Kurd bang li PDK'ê kir: Hevkariya bi dewleta Tirk re rawestîne

Hunermendên Kurd ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê redkirina xwe ji hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê diyar kir û anîn ziman ku divê PDK`ê dev ji hevkariya ya xwe bi dewleta Tirk re berde.

Hunermendên Kurd bang li PDK'ê kir: Hevkariya bi dewleta Tirk re rawestîne
24 hezîran, 2021   05:56
HELEB-ARIF SILÊMAN

Bertekên gelê Helebê û hunermendên Kurd têkildarî redkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna didomin. Di heman demê de piştgiriya hêzên PDK'ê ya ji bo artêşa Tirk a li dijî gerîla red dikin.

Hunermendên Kurd ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji ANHA'yê re axivîn.

Hunermend Fatime Ebdo berxwedana HPG'ê ya li herêmên Avaşîn, Zap û Metîna silav kir û got: "Dewleta Tirk bi hemû çekên xwe yên giran û pêşketî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, lê dîsa jî nikare îradeya gerîla bişikîne."

Fatime got ew piştgirî didin gerîla ji ber ku armanca van êrişan ne tenê HPG ye, lê belê gelê Kurd bi giştî ye û wiha dewam kir: "Armanca dewleta Tirk ku li dijî tevahî Kurdan şer bike û dixwaze Kurdan qir bike. Bi berxwedana gelê şoreşger û şervanên azadîxwaz, dê hemû êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê têk biçin.”

` DIVÊ PDK'Ê DEV JI HEVALBENDIYA XWE YA BI DEWLETA TIRK RE BERDE`

Fatime redkirina xwe ji hevkariya PDK'ê bi dagirkeriya Tirk re anî ziman û got: "Em wek hunermendên Kurd şerê birakujiyê qebûl nakin, ji ber vê yekê divê PDK'ê dev ji hevalbendiya xwe bi dagirkeriya Tirk re berde, hevkariya xwe bi van êrişan re wekî xiyanet tê binav kirin. Ev yek bandorê li vîna gelê Kurd dike, divê ew piştgiriyê nedin dagirkeriyê û yekser ji herêmên ku şer lê diqewimin vekişin. "

`ARMANCA DEWLETA TIRK PIŞTÎ EFRÎN Û SERÊKANIYÊ, DAGIRKIRINA BAŞÛR E`

Hunermend Ehmedê Xanî, êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û diyar kir ku armanca van êrişan di serî de dagirkirina herêmên Başûrê Kurdistanê ye, wekî çawa Efrîn û herêmên Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û xelkên herêmê ji malên wan koçber kirin.

Xanî bang li PDK'ê kir ku piştgiriyê nede êrişên arteşa Tirk a dagirker û piştrast kir kir ku armanca van êrişan tunekirina Kurdan û dagirkirina hemû deverên Kurdistanê ye.

`DIVÊ TIŞTÊ KU LI KERKÛK Û MÛSILÊ QEWIMÎ, EM JI BÎR NEKIN`

Xanî got: "Divê PDK tiştê ku li Kerkûk û Mûsilê qewimî dema ku çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrişî wan herêman kir, ji bîr neke. Piştî têkçûna wan li wan herêman, dixwaze carek din wan dagir bikin. Dewleta Tirk siyaseta xwe ya dagirkirinê li herêmê didomîne û dixwaze bêtir axên Başûrê Kurdistanê dagir bike. Divê PDK dev ji hevkariya bi dagirkerê Tirk re berde. "

`HEKE TU ALIYEK KURDÎ HEVKARIYA DEWLETA TIRK NEKE, DÊ PLANÊN WÊ TÊK BIÇIN`

Ji aliyekî din ve, hunermend Ehmed Reşo destnîşan kir ku ji destpêka damezirandina dewleta Tirk ve, şerê xwe bi gelê Kurd re didomîne û ji bo planên tunekirin û qetilkirina Kurdan li her herêmê dixebite û got: "Lê ger Kurd bibin yek û hevkariya dagirkeriyê nekin, hemû planên wê dê têk biçin û nagihêje armancên xwe."

Reşo bang li partî û hêzên kurdî kir ku bibin yek û li hember siyaseta tunekirin û dagirkirinê bisekinin û piştgiriya berxwedana gerîla li dijî dewleta Tirk bikin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BqiSRMxtM-s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>