‘Qetilkirina Deniz Poyraz hewldana bêdengkirina jinan e’

Endamên rêveberiyên jinan ên Tebqa û Efrînê qetilkirina Deniz Poyraz şermezar kir û got ev yek tê wateya bêdenkirina dengê jinan.

‘Qetilkirina Deniz Poyraz hewldana bêdengkirina jinan e’
24 hezîran, 2021   06:24
NAVENDA NÛÇEYAN - SELAM KÎRWAN-LÎNDA EL-ŞÊX

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû rêbazan Kurdan qir bike, projeya demokratîk a li herêmê tune bike û vîna jinên têkşor têk bibe. Ev yek di hedefgirtina Hevrîn Xelef, Hind, Seîda, Zehra û herî dawî Deniz Poyraz ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê ve, diyar bû.

Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker gihaştiye asta herî jor. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker careke din bi awayekî plankirî êrişî navenda HDP`ê ya li Îzmîrê kir ku di encamê de endama partiyê Deniz Poyraz hat şehîdxistin.

Endamên rêveberiyên jinan ên Tebqa û Efrînê destnîşan kir ku bi armanca têkbirina birêxistinbûna jinên azad, Deniz Poyraz hat kuştin.

Cîgira Komîteya Jinan a Tebqayê Weed Mihemed got: “Dewleta Tirk hîna siyaseta xwe ya li dijî jinan pêk tîne. Ne tenê şehîd Hevrîn kir hedef lê belê îro jî bi heman senaryoyê Deniz qetil kir.”

Weed ev sûc şermezar kir û piştrast kir ku armanca vê bûyerê jî bêdengkirina jinan e.

Endama Komîteya Kombûna Jinan a Zanobya Macîde Kerîm got: “Êdî em hemû rêbazên dewleta Tirk a dagirker a faşîst dizanin. Ew şerekî aborî û leşkerî li dijî herêmên me pêk tîne.”

Macîde sûcên li dijî jinan şermezar kirin û wiha domand: “Em ê her tim şopdarên rêya şehîdan bin.”

Li aliyekî din, endama rêveber a xeta El-Bû Asî ya Tebqayê Meryem Osman bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bê deng nemînin û ji ber van sûcan hesabê ji dewleta Tirk bixwazin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Ferîde Îbo got dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane jinan dike hedef. Ferîde wiha domand: “Lîstina bi cenazeyê Barîn Kobanê li Efrînê, hedefgirtina sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, her sê şehîd Emîne, Hebûn û Zehrayê ku bûn sembola têkoşînê, hemû hovîtiya dewleta Tirk a dagirker nîşan didin. Heta li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye jî tên girtin û kuştin mîna kuştina Deniz Poyraz.”

Ferîde gotinên xwe wiha domandin: “Em berxwedana jinan ji bîr nakin, mîna berxwedana Leyla Guven a di girtîgehê de. Dewleta Tirk sûcan li dijî jinên têkoşer pêk tîne ku banga azadiyê û demokrasiyê dikin. Ew ji fikirên wan ên azad ditirse.”

Girêdayî heman mijarê Cîgira Seroka Desteya Jinan a herêma Efrînê Emîne Hesen jî axivî û got: “Qetilkirina Denîz ne sûcekî nû ye. Dewleta Tirk vê zîhniyetê li hemû herêmên dagirkirî dimeşîne.”

Her wiha Emîne îşaret pê kir ku dewleta Tirk jinên azad li ser siyasetên xwe xetere dibîne, ji lew re her tim jinan dike hedef, lê ruxmî ku nerazîbûn li hemberî van êrişan çêbûn, lê rêxistinên hiqûqî heta niha tu helwesteke cidî nîşan nedane. 

(şx)

ANHA