Dewleta Tirk avakirina avahiyên mêtingiyê û mizgeftan li Efrînê berdewam dike

Dewleta Tirk bi piştevaniya komeleyên ku navê mirovî li xwe dikin, avakirina mizgeftan li gundewarên kantona Efrîna dagirkirî berdewam dike. Vê carê jî komeleya bi navê " Komeleya Eyadî El-Beydaa" bi piştgiriya ji şêniyên bajarê Qilinsiwe yê Filistînê mezgeftekê li gundê Şêxorzê yê navçeya Bilbilê ava dike.

Dewleta Tirk avakirina avahiyên mêtingiyê û mizgeftan li Efrînê berdewam dike
22 hezîran, 2021   18:55
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker di îmhakirina nasnameya kantona Efrîna dagirkirî û guhartina demografiya gund û bajarokên herêmê de berdewam e.

Piştî gundewarên navçeyên Cindirêsê, Raco, Şiyê û Şera û gundên êzidiyan, komeleyên bi navên mirovî û xêrxwaziyê mizgeftan li gundewarên Efrînê ava dike, di vê dawiyê de jî mizgeftek li gundê Şêxorzê yê girêdayî navçeya Bilbilê ya Efrînê ava dike.

Navê mizgeftê Sedeqe ye. Li gorî idîya dewleta Tirk û çeteyên wê, mizgeft ji alîkariyên ku şêniyên bajarê Qilinsiwe yê Filistînê kom kirine tê avakirin.

Dewleta Tirk bi zanabûn projeyên avahiyên mêtingiyê û mizgeftan li gundên Efrînê mîna yên gund û bajarên Tirkiyê ava dike, da ku Efrînê bi wîlayeta Hatay ya Tirkiyê ve girê bide.

Dewleta Tirk li gund û navçeyên Efrîna dagirkirî zêdetirî 20 avahiyên mêtingiyê ava kirin, da ku malbatên çeteyan û malbatên ku ji tevahî herêmên Sûriyê anîne, di serî de şêniyên Filistînê (48) li wan bi cih bike.

(fr)

ANHA