Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê 17 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin

Yekîneyên Dijî Terorê 17 endamên şaneyên çeteyên DAIŞ'ê û kesên ku wan bi re kar dikin, girtin.

Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê 17 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin
22 hezîran, 2021   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Dijî Terorê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) vê sibehê li bajarê El-Bisêra yê rojhilatê gundewarê Dêrazaorê, opersyonek li dar xist. Di encamê de 17 çeteyên DAIŞ'ê û kesên bi wan re kar dikin, hatin girtin.

Hêzên Koalsyona Navneteweyî çavdêriya asîmanî kir û yekîneya Dijî Terorê çek û belgeyên ku bi endamên şaneyê re bûn, desteser kirin.

(dm)