Şandeyeke ji Catalonia li Bakur  û Rojhilatê Sûriyê ye

Şandeyek ji herêma Catalonia bi dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re geşedanên li herêmê û sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkî, nîqaş kir.

Şandeyeke ji Catalonia li Bakur  û Rojhilatê Sûriyê ye
22 hezîran, 2021   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro  şandeyek ji herêma Catalonia ku ji her du endamên parlementoya Catalonia Iulia Regovat, Robin Wagensberg û endamê meclisa bajarê Barcelona Laura Breeze pêk tên, gihaştin navenda Dayîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo.

Şande ji aliyê hevserokatiya Dayîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer, Daniya Remedan û Endama Desteya Rêveber a Dayîreyê Sena Deham ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de sîstema Rêveberiya Xweser, nimûneya wê di rêveberiya bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate pênasekirin. Her wiha gelek dosya hatin nîqaşkirin ji wan çareseriya siyasî, rewşa aborî, zehmetiyên ku di hemû aliyan de rastî Rêveberiya Xweser tên.

Her du aliyan di nîqaşên xwe de nêrînên xw der barê rewşên heyî li Sûriyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweser bi taybet, her wiha der barê geşkirina têkiliyên di navbera herêma Catalonia û Rêveberiya Xweser de anîn ziman.

Di hevdîtinê de Ebdulkerîm Umer wiha axivî: "Em di diplomatîka xwe de xwe dispêrin diplomatîka civakî û geşkirina têkiliyan bi saziyên civaka sivîl, sendîqe, yekitiî, tevgerên jin û ciwanan, rewşenbîr û akademisyan. Ji ber wê jî em hebûna we kêfxweş in."

Her wiha sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tînin ji kuştin, îşkencekirin, tecawizkirin û koçberkirina bi darê zorê, projeya tirkî ya guhertina demografiya herêmên dagirkirî, avakirina mêtigehan, qutkirina ava çemê Firatê û bandora wê li ser jiyana bi milyonan sivîl, hatin nirxandin.

Ebdulkerîm Umer di hevdîtinê de behsa girîngiya vekirina dergehê Til Koçer ê sînor kir da ku alîkariyên mirovî werin pêşkêşkirin. Her wiha diyar kir ku girtina dergeh û bêparmayîna herêmê ji madeyên girîng, berdewamkirina pirsgirêka qutkirina avê li ser bajarê Hesekê dê bi xwe re karesateke mezin  li ser herêmê bîne.

Şandeyê jî ev tişt anî ziman: "Em dixwazin rewşa siyasî û civakî bi giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas bikin. Em li virin da ku em zehmetiyên ku rastî niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên, nas bikin. Her wiha em zanibin ku çawa alîkariyê bikin û van pirsgirêkan çareser bikin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-RGiJQmLz-o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>