Forma Biratiyê ya Sûriyê banga Îtîlafê ya dagirkirina xaka Sûriyê şermezar kir

Forma Biratî ya Sûriyê (Menber El-Taxî El-Sûrî) banga Îtîlafa Sûriyê ya ji bo dewleta Tirk a dagirker ku herêmên din ên xaka Sûriyê dagir bike şermezar kir.

Forma Biratiyê ya Sûriyê banga Îtîlafê ya dagirkirina xaka Sûriyê şermezar kir
22 hezîran, 2021   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Formê di daxuyaniyeke xwe de ku duh bi şev weşandibû got: “Em ji daxuyaniya kesên ku qaşo nûnertiya opozîsyonê dikin ecêb man ku di dema ku pêwîstiya me bi yekitiyê û hevgirinê heye ji bo parastina axa welêt û dest bi diyaloga sûrî-sûrî were kirin, bang li dewleteke derve dikin ku Minbica rizgarkirî û Til Rifetê dagir bike.”

Formê ragihand ku ev bang ji binî ve derew e û tenê tawanbareke siyasî ye ji ber ku opozisyonê qebûl nekir, lêpirsîneke qanûnî ji aliyê pirsporan ve bê kirin ku berpirsên topbaranê nas bikin û got:" Ruxmî ku gelek aliyan bi taybet Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev daxwaz kirin. Ev redkirin niyetên wan ên berê der barê parçekirina gelê Sûriyê de û tawanbarkirina pêkhateyên din ên Sûriyê ku berpirsên vê topbaranê, piştrat dikin.

Forma Biratî ya Sûriyê bang li sûriyên li derve û hundir kir ku ji kesên ajandeyên derve pêk tînin hişyar bin. Formê dayîna daxuyaniyan û bangewaziyan bi xiyaneta li dijî gelê Sûriyê û şoreşa wî bi nav kir.

Formê da xuyakirin ku şêniyên Minbicê ragihandin ku ew li dijî derbasbûna opozîsyonê yan jî hikumeta Şamê ne.

 (şx)