Sozdar Ehmed: Stasyona Elok nayê xebitandin

Hevseroka Gerînendeya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê stasyona Elok tenê di aliyê  ragihandinê de dibêjin ew dixebitînin, lê di pratîkê de tiştek tune ye.

Sozdar Ehmed: Stasyona Elok nayê xebitandin
22 hezîran, 2021   08:28
HESEKÊ

Stasyona Elok avê ji bo bajarê Hesekê, navçeya Til Temirê, herêmên başûrê Hesekê yên wekî Hol, Erîşe, Şedadê û kampên li herêmê yên wekî kampa Erîşe, Hol, Waşokanî û Serêkaniyê, peyda dike.

Hevseroka Gerînendeya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed diyar kir ku aloziya avê ya li herêmê hîn jî berdewam dike, ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê stasyona Elok dagir kirine û her dem avê qut dikin. Sozdar Ehmed ev li gotina xwe zêde kir:"Dagirker û çeteyên wê tenê di aliyê ragihandinê de dibêjin ku ew stasyonê dixebitînin, lê di pratîkê de tiştek tune ye."

Sozdar Ehmed destnîşan kir ku enerjiya dayîna stasyona Elok di saetekê de zêdetirî 6 hezar metrekab e, lê di rojekê de tenê 6 hezar metrekab digihêje wan û wiha domand:"Heta ku depoya sereke ya stasyona El-Hime ku 30 hezar metrekab av dikevê, were dagirtin pêwîstiya me bi 4 an 5 rojan heye."

Sozdar Ehmed diyar kir  ku her ji 20 rojan av digihêje beşek ji 5 beşên Hesekê.

Sozdar Ehmed bi van xalan axaftina xwe dewam kir:"Der barê bangên me yên ji rêxistinên navneteweyî re da ku destekê bidin gerînendeya avê û avê bi rêya sehrîcan li tax û komînan belav bikin, ku di demsala havînê de ev çareseriya yekane ku barên welatiyan sivik dike, hin rêxistinan daxwaza me bi cih anî û dê di van rojan de dest pê bikin."

Bangên Gerînendeya Avê û şêniyên bajarê Hesekê yên ji rêxistinên navneteweyî, mafnas, Koalîsyona Navneteweyî, garantorê rûsî û hêzên li ser erdê aktîf in berdewam dike, da ku pirsgirêka stasyona Elok çareser bikin.

Sozdar Ehemed di dawiyê de ev nirxandin kir:"Dema rêxistinan serdan kir, me serdana stasyonên sereke yên li bajêr kir, da ku rewşa avê ji nêz ve bişopînin, lê heta niha tu aliyan bersiv nedaye ku zextê li dagirkeriya Tirk bikin da ku stasyona Elok bixebitîne û hewcedariyên bajarê Hesekê bi cih bîne."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2OZZ6fque5g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>